top of page

Li Til Temirê 13 çete hatin kuştin


Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişên dagirkeran ên li ser gundên Til Temirê da, di encamê de 13 çete hatin kuştin û miqdareke çek û cebilxane ket destê şervanan.

Leşkerên artêşa Tirk û çeteyê wê duh êriş birin ser gundên Erîşa, Qasimiyê û Dawûdiye yên navçeya Til Temirê. Li ser bersivdana şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê 13 çete hatin kuştin û hejmarek çete jî birîndar bûn.

Şervanan erebeyeke doçka li ser a dagirkeran teqand û miqdareke teqemenî, rext û çek û guleyên wê û dûrbîneke şevê jî desteser kirin

Anha

KTV

bottom of page