top of page

Li Til Temirê şer û topbaran: 6 şervanan canê xwe ji dest dan


Di encama êriş û topbarana artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de 6 şervanên ji Encûmena Serbazî ya Siryanî û pasevanên Xabûr canê xwe ji dest dan.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve, duh êrişî bakurê bajarê Til Temirê kirin li Rojavayê Kurdistanê.

Piştî wê êrişê şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ji aliyekî û şervanên Encûmena Serbazî ya Siryanî û pasevanên Xabûr ji aliyekî din ve derketin.

Herwiha topxaneya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar çend gundên Xirîstiyanên Aşûrî li herêma Til Temir topbaran kirin

Di encama wan şer û pevçûnan û herwiha topbaranê de, 6 şervanên Xirîstiyan ji Encûmena Serbazî ya Suryanî û pasevanên Xabûr canê xwe ji dest dan.

Derbarê kuştiyên çekdarên ser bi Tirkiyê ve zanyariyek nehatiye belavkirin.

RÛDAW

bottom of page