top of page

Li Tehranê li dijî Zerîf xwepêşandan birêve çû


Li Tehrana paytexta Îranê alîgirên hikûmetê xwepêşandanek saz kirin û têde ala Amerîkayê şewitandin û ‎danûstandina ligel Amerîkayê red kirin.‎

Xwepêşanderên alîgirê desthilatê ji axaftina Wezîrê Derve yê welatê xwe Cewad Zerîf nîgeran bûn ku dibêje Îran piştî kuştina Qasim Sulêymanî jî li ser maseya ‎gotûbêjê ye û bo danûsatndinê amade ye.

Xwepêşander li ber avahiya Wezareta Derve ya Îranê li hev kom bûn û dirûşmên li dijî Amerîka û Îsraîlê bilind kirin û Ala Amerîkayê şewitandin. Xwepêşanderan ragihandin, berpirsên bilind ên welat biryara ‎danûstandinê didin ne Cewad Zerîf.‎

Wezîrê Derve yê Îranê di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Der Spiegel Almanî ragihandibû, ku Îranê deriyên danûstandinan negirtiye û ew aliyê ku ji maseya danûstandinan dûr ketiye Amerîka ye û divê vegere ser maseya gotûbêjan.

Zerîf herwiha gotibû, tevî bûyera Qasim Sulêymanî û bûyerên din, Tehran ji bo danûstandinên bi Waşingtonê re amade ye, lê belê bi mercekê ku sizayên li ser Îranê bêne rakirin.

Di bersiva vê daxuyaniya Zerîf da, Serokê Amerîkayê Donald Trump bertek nîşan dabû û di twîttekê de bi zimanê Farsî û Îngilzî danûstandina bi mercê rakirina sizayên li ser Îranê red kiribû û gotibû: “Wezîrê Derve yê Îranê ragihandiye, Îranê amade ye bo danûstandinan lê divê siza bêne rakirin, na, spas.”

Piştre Wezîrê Derve yê Îranê bersiva wê twîtta Trump dabû û gotibû, wî daxwaza ‎danûstandina ligel Amerîkayê nekiriye, lê mebesta wî vegera Amerîkayê bû bo nav rêkeftina etomî ya di ‎navbera welatên 5+1.‎

RÛDAW

bottom of page