Li ser 4 şaredariyên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin danîn

Li ser 4 şaredariyên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin danîn û serokên wan şaredariyan hatin desteserkirin
Li gor agahiyên Rûdawê, îro Duşem 23ê Adarê serokên şaredariyên navçeyên Lice, Farqîn û Erxenî yên Amedê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de hatine desteserkirin û qeyûm li ser wan şaredariyan hatiye danîn.
Herwiha Serokê Şaredariya Êlihê (Batman) jî îro hatiye desteserkirin û qeyûm li ser vê şaredariyê jî hatiye danîn.
Her 4 şaredarên Bakurê Kurdistanê bi biryara Wezareta Navxw eya Tirkiyê ji kar hatine dûrxistin.
Şaredarên ku ji kar hatine dûrxistin, ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ne û HDPê di hilbijartinên 31ê Adara 2019 de ew şaredarî qezenc kiribûn.
Ji 65 şaredariyên di destê HDPê de, qeyûm li ser 36 şaredariyan hatine danîn.
Bi qeyûmên vê dawiyê re, 3 şaredariyên bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdîn, bajarek (Êlih anku Batman), 29 navçe û 3 bajarokên di destê HDPê de ketin ber qeyûman
RÛDAW