Li Rojava amadekariyên qonaxa duyem a danûstandinên yekrêziyê tên kirin


Amadekariyên qonaxa duyem a danûstandinên yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê têne kirin piştî ku qonaxa yekem a danûstandinan nêzîkî du û meh û nîvan dirêj kir û tê de herdu aliyên siyasî bi nerîneke siyasî ya hevbeş derketin.

‏Êdî dema gengeşekirina pirsên hestyar û çarenivîssaz wê bê kirin. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dibîne ku ew qonax jî weke ya beriya xwe serkeftî dibe û êdî ew vegera Pêşmergeyên Roj jî weke hêleke sor nabînin.

‏Sema Bekdaş, ‏Berdevka PYDê dibêje, “Bêguman dê çareseriya wê jî hebe Pêşmerge û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bikarin xaka Rojava û Sûriyê biparêzin, erkê her kesî ye parastina xaka me. Ev hurgûlî di qonaxa bê de dê bi zelalî bên gotûbêjkirin. Di baweriya min de ti pirsgirêk çênabin eger çêbû jî em ê derbas bikin, di demek nêzîk de dê ev hevtîdin dîsan berdewam bikin heta em bigihinê rêkeftinê û em bikine mizgînî ji gelê xwe re.”

‏Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê danûstandinan de tekez dike ku di danûstandinên yekrêziya Kurdî de dê aliyê sêyem nebe. Li gor Rêkeftina Duhokê divê hevbeşiyeke cidî di warên rêveberiyên leşkerî hebe.

Herwiha lêvegereke Kurdî ya siyasî hebe û mafên pêkhateyê din jî parastî bin. ENKS di wê baweriyê de ye ku dê karibe vê qonaxê jî derbas bike.

‏Fêsil Yûsif, ‏Endamê Serokatiya ENKSê, “Nêrîna me weke Encûmena Niştîmanî Kurdî dive xwedî rol be û biryar bê di mesala desthilatê û birêvebirinê di pirsên leşkerî de jî em li ser vê yekê rawestin û danûstandinan bikin. Aliyê sêyem di rêkeftina Duhokê tune ye piştî ku rêkeftin bi dawî bibe dê xwedî rêkeftinê biryar li ser danûstandinên bi aliyê din re bide.”

‏Hewldanên yekrêziya aliyên Kurdî bi piştevanî û fişara Amerîkayê tên kirin. Lê jibilî Amerîkayê gelek hêzên din yên navdewletî li Sûriyê xwedî bandor in heta niha hewlesta xwe ji van danûstandinan nedane xuyakirina di demekê de ku piraniya aliyên siyasî li Sûriyê li dijî vê nêzîkbûnê ne.

Aliyên siyasî yên Kurdî jî li Rojavayê Kurdistanê û li parçeyên din jî dibînin ku bi serketina vê rêkeftinê û mafên Kurdan di Sûriyeya siberojê de parastî bin.

RÛDAW