Li Rihayê taxek û 12 avahî hatin kerentînekirin

Li bajarê Rihayêyê Bakurê Kurdistanê taxek û 12 avahî hatin kerentînekirin.
Parêzgeriya Rihayê daxuyaniyek belav kir ku li çendîn taxan hejmareke kes bi koronayê ketine.
Parêzgarê Rihayê diyar kir ku bi mebesta rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê taxek û 12 avahî heta 14 rojan hatine karantînekirin.
Ji alîkî din ve li bajarokên Hîlwan û Sêweregê kerentîna li ser 2 taxan û li bajarokê Xeliliyê jî kerentîna li ser avahiyekê piştî 14 rojan hate rakirin.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 146,457 kes bi koronayê ketine, 4,055 kes bi koronayê mirine û 106,133 nexweşên koronayê jî baş bûne.
RÛDAW