Li Rihayê 2 gund û 28 avahî hatin kerentînkirin


Li 7 navçeyên parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 2 gund û 29 avahî hatin kerentînekirin.

Walîtiya Rihayê li Bakurê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, li navenda bajarê Rihayê û 7 navçeyên wê parêzgehê ji ber ku encamên hejmarek ji pişkinînan pozîtîv derketin, biryara kerentînekirina hin cihan hatiye dan.

Li gor daxuyaniyê, 29 avahiyên li navçeyên Wêranşarê, Curnê Reş, Sêwereg anku Girê Sor, Pira Reş, Pirsûs û Eyûbiyê, di çarçoveya rênimayên rêgirtina li belavbûna koronayê de, hatine kerentînkirin.

Herwiha herdu gundên Karût û Kepir Hisar ên ser bi navçeya Curnê Reş ve jî ji ber pozîtîvbûna hejmarek ji pişkinînan, hatine kerentînekirin.

Walîtiya Rihayê ragihandiye, ku ew du gund û 19 avahî dê bo dema 14 rojan bêne kerentînekirin.

Li gor zanyariyan, tîmên tendirustiyê li wan cihan dest bi pişkinînên zêdetir kirine.

Ew yek di demekê de ye, ku li gor amarên fermî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên ku bi vîrusa COVID-19 ketine, gihişt 173 hezar û 36 kesan û hejmara qurbaniyên koronayê jî bo 4 hezar û 746 kesan bilind bû.

Herwiha heta niha 146 hezar û 839 nexweşên koronayê piştî wergirtina çareseriya pizîşkî baş bûne.

RÛDAW