top of page

Li Qamişlo hêzên hikûmeta Suriyê êrîşê Asayîşa Rêveberiya Xweser kirin


Li navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyê, gule berdan otomobîlên hêzên asayişa nanxwe, trafîk û şaredariya bajarê Qamişlo yên ser bi Rêveberiya Xweser ve.

Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo Rengîn Şero ragihand ku îro Şemiyê 4ê Nîsanê, li kêleka Dewara Sebii Behrat a Qamişloyê, hêzên hikûmeta Sûriyê gule berdan hêzên asayişa naxwe, trafîk û şaredariya bajarê Qamişlo yên ser bi Rêveberiya Xweser ve.

Li gor agahiyên destpêkê di encama teqeyê de, endamê asayişê yê bi navê Mihemed Sebrî Elî birîndar bû şofêrê otomobîlê Wail Ciwan Salih canê xwe jidest da.

Heta niha rewş ne zelal e û ti daxuyanî derbarê wê bûyerê ji aliyê Asayişê û ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve nehatiye ragihandin.

RÛDAW

bottom of page