Li Iraqê dahatên petrolê daketin

Dahata Iraqê ya ji hinardekirina petrolê ji ber daketina bihaya wê ya di qada navneteweyî de meha Nîsanê ji nêvî nêvî kêm bû.
Wezareta Petrolê ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku rêveberiya Bexdayê di meha Nîsanê de bi tevahî 103 milyon û 144 hezar bermîl petrol hinarde kir û ji wê rejeyê milyar 423 milyon dolar qezenc kir.
Hat gotin ku bermîleke petrolê kêm zêde bi 14 dolaran hat firotin.
Wezaretê diyar kir ku di meha Adarê de 105 milyon bermîl petol hatiye hinardekirin û jê 2 milyar û 962 milyon dolar hatiye qezenckirin.
Di meha Adarê de bermîla petrolê kêm zêde bi 28 dolarî hatibû firotin.
Dema daneyên dahata ji hinardekirina neftê yên meha Adar û Nîsanê tên berewardkirin, tê dîtin ku qezenca Iraqê ya aboriya wê ji sedî 90 girêdayî hinardekirina neftê ji nêvî nêvî daketiye.
RÛDAW