top of page

Li Herêma Kurdistanê xwendina elektronî îro dest pê dike


Ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê, hemû navendên xwandinê li Herêma Kurdistanê hatin daxistin, hinek xwendingehan bi rêya online dest bi xwandinê kirine.

Wezareta perwerdê tevî ku rojane waneyên xwandinê bi rêya telefziyona perwerdeyê pexş dike, projeyek bi navê 'Xwandina Elektronî' ragihandiye, ku portalek e û xwendekar dikarin serdana wê portalê bikin.

Wezîrê perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand, ji bo her xwendekarekî kodekê taybet hatiye dirûstkirin ku dikare bi vê rê waneyên xwe yên li dibistanê xwandine bibîne û hatine tomarkin .

Wezareta Perwerdehiyê her wiha kenala xwe ya lokalî wê bike esmanî û îro li demjimêr 16:30 li ser heva destkird ya Naylsat dest bi pexşa xwe ya asayî dike .

Tevî hebûna pexşa wê li ser heva destkirda nayîlsat wê bi rêya kompaniyên lokalî jî li seranserê herêma Kurdistanê pexşê wê hebe û her wiha li torên civakî û Faecbook wê berdest be.

Li Herêma Kurdistanê 6429 dibistanên hikûmî, 1.707.249 xwendekar û 120.658 mamoste hene.

Hevdem Wezareta xwendina bilind ya hikûmeta herêma Kurdistanê tekez kiriye ku we rê nadet xwendina sala 2019-2020 ya xwendekaran belaş biçe û bi fewte. Ji bo vî armancê wê xwandina Elektronî destpê bike

Herwiha li Herêma Kurdistanê 15 zanîngehên hikûmî, 18 zanîngehên ne hikûmî û 14 peymangehên taybet hene.

Niha xwendin wê bi vî awayî be , lê eger di rojanên bê de Corona bi temamî hat kontrol kirin. li wî demî her du wezaretên perwerde û xwandina bilind wê piroseya xwendinê asayî bikin.

RÛDAW

bottom of page