top of page

Li hember Plana Aştiya Rojhilata Navîn bertekên welatan


Serokê Amerîkayê Donald Trump plana xwe ya çareser kirina pirsgirêkên di navbera Îsraîl û Filîstînê de ragehand û soz da ku du dewletên cuda bo her du aliyan ava bike û li hember plana Aştiya Rojhilata Navîna a Trump bertekên cuda cud derketin pêş.

Li hember plana bi navê aştiya sedsalê ya Rojhilata Navîn a serokê Amerîkayê Donald Trump ji aliyê hember ango ji Filîstînê berteka ku derket pêş wah bû: ‘’Ne pêkane ku zarokek Filîstînî, ereb, Îslam û Xirîstiyanek vê yekê qebûl bike.’’

Herwaha Hemasê jî ragehand: ‘’Em vê planê red dikin û ev plan bo kuştina projeya niştimaniya Filîstînê ye.’’

Li hember vê ji aliyê Îsraîlê jî daxuyaniya ku hat dayîn de hat gotin; ‘’Dibe ku ev derfeta dawî be bo Filîstiniyan.’’

Herwaha ji Netewên Yekbûyî jî daxuyaniya ku hate dayîn de tê ragehandin: ‘’Netewên Yekbûyî rijde li ser çareseriya du dewletî ya li ser bingehê yasayên cîhanî û rêkeftina di navbera her du aliyan ve.’’

Brîtanyayê jî daxwaz ji Filîstiniya kir, vê planê bi jîrane û wekhewiyane li berçav bigrin, wek pêngavekî bibînin bo vegera ser masa danûstandinan.

Yekitiya Ewrûpayê jî got, ev plan derfetekî başe bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Filîstîn û Îsraîlê.

Fransayê jî ragehand, em pêşwaziyê li vê planê dikin û bi hûrgilî çavdêriyê lê dikin. Çareseriya du dewletî kareke pêwîste bo aştiyeke dadperwer û mayînde.

Herwaha Almanyayê ragehand, plana Amerîkayê pirsyaran çêdike û divê li gel hevbeşên xwe yên di Yekitiya Ewrûpayê de guftûgo bikin. Almanya piştevaniyê li çareseriya du dewletiyê dike.

Herwaha ji aliyê din ve ji welatên Rojhilata Navîn jî bertekên cuda derketin pêş û Erebistana Siûdî got, Helwêsta me nayê guhertin û em piştevaniyê li mafên Filîstîniyan dikin.

Misirê jî ragehand, em daxwaz ji her du aliyan dikin bila li vê planê binêrin bo çareseriya pirsgirêkan.

Qeterê ragehand, em piştevaniyê li çareseriya du dewletî dikin.

Tirkiyê jî ragehand, ev plan bo jinavbirina dewleta Filîstîne û Qudis ango Orşelîm xeta me ya sor e.

Urdinê jî ragehand, em vê planê red dikin û piştevaniyê li dewleta Filîstînê dikin.

BasNews

bottom of page