top of page

Li gundê Sorka Kurdên Êzidî û Krîstiyan bi aştiyane bi hev re dijîn


Li gundê Sorka yê li parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê, Kurdên Êzidî û hemwelatiyên Krîstiyan bi awayekî aştiyane û bê prisgirêk bi hev re dijîn.

Li vî gundî ku Kurdên Êzidî û Krîstiyan bi hev re dijîn, herdu alî rojane serdana hev dikin û di cejn û şahî, merasim û nexweşiyên hev de beşdar dibin.

Edla Salim, jineke Kurda Êzidî û nîşteciha gundê Sorka ye, ew ji Rûdawê re dibêje, ku ew û nîştecihên Krîstiyan ên gund zû zû serdana hev dikin û gelek ji hev hez dikin.

Edla Salim dibêje: “Em gelek ji hev hez dikin, zû zû serdana hev dikin, em diçin dawetên hev, diçin cejnên hev, serdanek eger hebe, em diçin cem hev.”

Edla Salim herwiha dibêje, Krîstiyan û Kurdên Êzidî di cejnên herdu aliyan de xwarinê didin hev û tekez dike, Krîstiyan di cejneke xwe de Paçeyê çê dikin, ku xwarineke xweş e û ew jê hez dikin.

Emîr Lêwî hemwelatiyekî Krîstiyan ê gundê Sorka ye û ji Rûdawê re ragihand, herdu alî çi di xweşiyan de be çi di nexweşiyan de be, tim serdana hev dikin. Emîr Lêwî dibêje: “Îro ku cejna me ye, ew Kurdên Êzidî hatine mala me û hatine cejna me, em jî diçin serdana wan. Bi awayekî berdewam em wisa ne. Heta rojên asayî jî em diçin serdana hev. Bi taybet di taziyan de û di merasimên zewacan de em diçin cem hevdu.”

Hemwelatî Elî Xidir ku kurdekî Êzidî û nîştecihê gundê Sorka ye, tekez dike, ku ew hest bi ti ferq û cudahiyekê di navbera Kurdên Êzidî û Krîstiyan de nakin û dibêje: “Ew birayên me ne. Bav û bapîrên me bi hev re mezin bûne, heta gihîştiye me.”

Elî Xidir destnîşan dike, ew bê cudahî beşdarî di merasimên cejn, dawet û şînên hev de dikin û dibêje, çi li gund be yan li Duhokê be, ew diçin merasimên hev.

RÛDAW

bottom of page