top of page

Li Efrînê Newroz hat pîrozkirin


Tevî dagîrkirina Efrînê û rewşa wê ya awarte, Efrîniyan bi ala Kurdistanê dîlana Newrozê li nava sirûştê gerand.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, xelkê gundê Basûtê yê ser bi Efrînê ve derketin li nava sirûtê, bi ala Kurdî û mûzîk û stranên Kurdî Newroz pîroz kirin û siloganên “Bijî Newroz, Bijî Kurdistan” hatin gotin.

Efrîn ku ev du sal in ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatiye dagîrkirin, hewleke mezin ji bo guhartina demografiya wê û nehîştina nasnameya wê ya Kurdî heye, lê Efrînî dibêjin ew dest ji xaka xwe bernadin.

S.B

K24

bottom of page