Li Efrînê keçên Kurd ji tirsa revandinê bi çekdarên îslamî re dizewicin

Vêga li herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ji bona xweparastina ji revandin û girtin û dizî û talankirinê, zewaca jinên Kurd li gel endamên komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve zêde bûye.
“Ez têm ku bifetisim…tiştê li Efrînê diqewime nayê bawerkirin. Hemû di firotina Efrînê de beşdar in û hemûyan pişta xwe da Efrînê” ev gotina şêniyekî pîr ê Efrînê ye.
Pîrê efrînî (L.T) bi keser û kovaneke mezin dabaşa barêşa deverê kir ku ji hemû aliyan ve pelixî ye û têkçûye, ne ewlehî û ne jî aramî nemane, jiyan zehmet bûye û giranî belav bûye, ji bilî talanî û destdirêjiya ku rojane ji aliyê komikên biçek ên ser bi Tirkiyeyê ve tê kirin, herwisa girtin û revandin û sepandina fidiye û standina xûkî û bêşan!
(L.T) ku ji ber hokarên emnî nexwest navê wî bi tevahî bê eşkerekirin, hokara barêşa jinebiya Kurd vegerand barêşa xerab a aborî û giraniya tiştûmiştan, nexasim ku saziyên lihawarçûnê yên navneteweyî jî li wir nemane ku alî lêqewimiyan bikin.
Nirxê kelûpel û pêdiviyên jiyanê li sûkên Efrînê pir giran bûye. Tew heke em berawird bikin bi wan kesan re jî ku karbidestên dam û dezgehên ser bi Tirkiyeyê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ne.
Bi qewlê (L.T) têkraya mûçeya fermanberên ser bi desthilata Tirkiyeyê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê 600 lîreyên tirkî ye ku hinekî zêdetir e ji 100 dolarî. Di demekê de nirxê hin xwarin û pêdiviyên din ên rojane wisa ye: Kîloyek goştê sor 7 hezar l.s, kîloyek goştê spî 1500 l.s, kîloyek şekir 600 lîre, kîloyek nan 400 lîre, kîloyek bacan 700 lîre, lîtrek benzîn 750 lîre, lîtrek gaz 700 lîre û botlek gaza malan 9500 l.s.
Zewaca bo xweparastinê
Vêga li navçeya Efrînê diyarokek peyda bûye, diyaroka zewaca jinên Kurd li gel endamên komikên çekdar ên ser Tirkiyeyê yan Ereb û Tirkmenên niştecihkirî, ev jî tenê ji bona xweparastina ji revandin û girtin û dizî û talankirinê. Li gor agahiyên (L.T), bêtirî 150 rewşên zewaca navbera jinên Kurd û endamên komikên biçek hene, 17 zewac li nahiyeya Bilbilê, 7 li navçeya Recoyê, 5 li gundê Mîrate û du heb jî li gundê Meydankê û bi dehan rewşên din jî li navenda bajêr û navçeyên derdorê û gundên nêz.
Pîrên birçî û tenêmayî
Êrîşa ser Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komikên çekdar ên alîgirên wê, bû sedema koçberî û derbideriya bi hezaran malbatan. Lê kesên ku şiyana wan a rev û bazdanê nebû nemaze pîr û salmend tikûtenê man.
(L.T) dibêje û dibilîne: “Tenê li şarê Efrînê nêzîka 300 jin û mêrên salmezin hene ku tenê û bê çavdêrî dijîn. Ew di rewşeke herî dijwar de ne. Biçûktirîn çavkaniya wan a jiyanê nîne û ji sotemenî û xwarin û derman bêpar in, di demekê de hinek ji wan xwediyên nesaxiyên demdirêj in û hin jî kêmendam in.”
Ew mînakekê tîne û dibêje Fatima Henan ku temenê wê 90 sal e, tenê dijî bêyî dahat, mêrê wê Hisênê Ebdo destpêka îsal mir. Pereyên wê jinê yên kirîna kefen û xerciya veşartina mêrê wê nebû, lewra şêniyên deverê pere jê re kom kirin.
Bêtirî 2 hezar kesên revandî û serwinda
Piştî êrîşa Tirkiyeyê û hêzên dijberiya Sûriyeyê ku Tirkiyeyê palpiştiya wan dike, ji bilî kuştin û koçberiya xelkê, hejmareke zêde ya xelkê jî hatin revandin û çarenivîsa hinekan ji wan ta niha nediyar e.
(R.Q) ku qanûnzan e û niştecihê navenda Efrînê ye, li ser girtî û revandiyan ji Rûdawê re got: “Ji destpêka êrîşa Tirkiyeyê û dagîrkirina Efrînê, hejmara kesên girtî û revandî gihaye 7227 kesan. Ta niha çarenivîsa 2112 kesan ji wan nediyar e, ev jî li gor rûmala ku parêzer û qanûnzanên çavdêr li dosyeya binpêkirinên desthilata Tirkiye û komikên biçek ên alîgirên wê kirine.”
Efrîn ji kurdên Êzdî vala dibe
Navçeya Efrînê warê nêzîkî 35 hezar kurdên Êzdî ye, lê niha tê ku ji wê pêkhateya dêrîn vala bibe.
Çalakvanê kurdê Êzdî Elî Îso ku xelkê navçeya Efrînê ye û damezrînerê saziya Êzdîna ye, Tirkiyeyê tometbar dike ku bi qestebende dixwaze êzdiyan bide koçberkirin û çand û dîroka wan li Efrînê bimihîne.
Elî Îso ji Rûdawê re got: “Êzdî li ser nêzîkî 22 gundên navçeya Efrînê û navenda bajêr dabeş bûne. Berî dagîrkariya Tirkiyeyê hejmara wan nêzîkî 35 hezar kesî bû. Berî du heyvan bi rêya ekîbeke gerok a meydanî ku bo rêxistina me dixebite, ji me re derket ku koçberîkirina bi kotekî nêzîkî ji % 90 ji êzdiyan girtiye û niha li Efrîna dagîrkirî tenê ji % 10 ji wan mane.”
Îso mînaka hinek gundan tîne û dibêje: “Gundê Bafelun ê Êzdî ku nêzîkî 350 Êzdî tê de niştecih bûn berî dagîrkirinê, niha êzdiyekî tikûtenê jî lê tune û nemaye. Gundê Qestel Cendo ku hemû hemû şêniyên wî Êzdî bûn, vêga tenê nêzîkî 60 kesan lê mane ku berî dagîrkirinê 1000 kes li wî gundî dijiyan. Herwisa gundê Feqîro ku şêniyên wî 1200 kes bûn û hemû kurdên Êzdî bûn, halê hazir tenê 100 kes lê mane.”
Îso li ser hejmara êzdiyên sivîl ku ji destpêka êrîşa Tirkiyeyê û hêzên dijberiya Sûriyeyê li ser Efrînê hatine kuştin, dibilîne ta vêga 18 sivîl hatine kuştin ku 5 ji wan jin û 5 jî zarokên biçûçik bûn. Di nav kuştiyan de jin û mêrek hebûn ku rasterast û bi qestebende ji aliyê dijberiya ser Tirkiyeyê hatin kuştin, jinek bi sedema avêtina narincokê bo mala wê hat kuştin. Keçek bi sedema teqelêkirina rasterast hat kuştin, zilamek jî bi eynî rengî.
Biçûkxistina ola Êzdî
Êzdiyên ku ji ber ûştên cuda cuda nikarîbûn terka Efrînê bikin, wek ew bi devê xwe dibêjin, ji aliyê komikên çekdar ên ser Tirkiyeyê hewldana guhertina nasnameya olî ya biçûkên wan tê kirin û sivikatî bi pîroziyên wan tê kirin.
(S.D) çalakvanê Êzdî yê 40 salî ku li welatekî ewropî niştecih e û ji tirsa ku kesên wî yên nêzîk ji aliyê çekdarên îslamî yên ser Tirkiyeyê neyên êşandin, doz kir navê wî neyê belavkirin, dibêje: “Li gundên êzdiyan, li ser malbatên Êzdî hatiye sepandin ku divê xêzanên Ereb ên hawirde bihewînin. Divê malxwê malên xwe bi wan ereban re parve bikin. Ew di nav malên êzdiyan de nimêj dikin û hewl didin hîkariyê li ser biçûk û ciwanên wan bikin ta baweriyê bi dînê îslamê bînin. Hinek peyvan derdibirin ku di aliyê olî û civakî de êzdiyan diêşîne. Hewl didin cilûbergên îslamî li ser êzdiyan ferz bikin û zilman neçar dikin ku rihên xwe bihêlin û berdin.”
Komikên biçek bi awayekî birêkxistî êzdiyan dişêlînin û talan dikin. (S.D) dibêje: “Çend halet hene ku tê de çekdaran dest daniye ser seyare û amûrên çandiniyê yên êzdiyan. Bo vegerandina wan jî doza xûkî û bêşan kirine ku tibaba wan pir caran nêzî nîvê nirxê amûrê bi xwe ye. Gava wan parçeyan vedigerînin jî, sûda karpêkirina wan nemaye ji ber jêkirina parçeyên yedek.”
Wî çalakvanî çend halet ji Rûdawê re kifş kirin bi nav û tibaba pereyên standî û hûrgilî lê doz kir bi hûrgilî di vê raporê de amaje bi wan neyê kirin ji ber silametiya canê xwediyên wan.
Herwisa amaje da binpêkariya çekdaran derheqê mezar û goristanên êzdiyan û biland: “Komikên biçek goristana kurdên Êzdî li gundê Qîbarê (3 km rojhilatî şarê Efrînê) têk dane ku ew gund fena paytexta kurdên Êzdî li Efrînê tê hesibandin. Çunkû sala 1925an Derwêş Axayê êzdiyan yekem fêrgeha xwe li wî gundikî vekir bi piştevaniya Mîr Celadet Bedirxan û mîrê êzdiyan ku belgenameya damezrandin û birîkariya êzdiyên Sûriyeyê pê da. Desthilatdarên Fransayê wê çaxê li wê belgenameyê mikur hatin.”
Çalakvên bêtir dibêje û dibilîne çekdaran mezarên Cîl Xaneyê pîroz û Melek Adî li eynî gundikî têkdan. Herwisa mezara Şêx Cuneyed li Feqîra û wêrankirina mezara Şêx Seydî li eynî gundikî bi merema vedîtina zêr û şûnwaran. Di demekê de mezarên Basofan û Şadêrê û gorên çarmedora wan hatin têkbirinê. Li gundê Qestel Cendoyê mezara Barse Xatûnê wêran kirin, paş ku firokeyên Tirkiyeyê ew bi giranî bordûman kirin.
Wî çalakvanê Êzdî amaje da ku ew binpêkarî û destdirêjî hatine dokûmêntkirinê û pêşkêşî lijneya serbixwe ya navneteweyî ya lêkolînê hatine kirin ku encûmena navneteweyî ya mafên însanan sebaretî Sûriyeyê çêkir û berpirsiyariya lêkolînê li wan hemû binpêkarî û destdirêjiyên ku li hemberî zagona naveneteweyî ya mafên însanan li Sûriyeyê rû didin xist stûyê wê.
Desthilata dagîrkar pabendî zagonên dagîrkariyê nabe
Îmad Şêx Hesen parêzer û rêveberê sentera Lêkolîn a vekolîn û lêkolînên zagonî ku moleta xwe li Almanya wergirtiye, dibilîne: “Tirkiye desthilateke dagîrkarî ye li Efrîn. Lê wan erkan cîbicî nake ku ji ber wê sîfetê dikevin stûyê wê.”
Zagonzanê Kurd ku ji Efrîn e, ji Rûdawê re got: “Li gor beyannameya 1907a Lahay û rêkeftina çarê ya Cinêvê di sala 1949ê de, desthilata dagîrkar pabend e bi rêzgirtin û çespandina wan zagonên ku berî dagîrkirinê li deverê kar bi wan hatiye kirin. Lê em li Efrînê vê nabînin, çiku bi kurtî xelkê deverê pabend û stûxwarî hin zagonên xas tên kirin ku jêdera wan nayê zanîn. Di kok de ne qanûn in, ji bilî hin qanûnê barêşa kesî.”
Herwisa dibilîne: “Hin kes serpereştiya aliyên cezayî dikin ku ser bi komik û aliyên konevanî ne û desthilatên wan rûkeşane û bêyî desthilata cîbicîkirinê ne, di demekê de desthilata rasteqîn di destê sîxuriya Tirkiyeyê de ye.”
Ew avoqatê Kurd dabaşa karûbarên dadgehên sivîl ên Efrînê dike û dibêje: “Mijarên medenî di destê hin aliyên cihê de ne ku her yek ji wan bi pergala xwe ya prîvat dixebite. Wek nimûne dadgeha şeriî ser komikên Sultan Murad e, lê li hin deverên dîtir dadgeha şeriî û ekonomîk ser komikên dî ne. Herwisa dadgehên sivîl û eskerî jî hene ku tavilê ser Tirkiyeyê ne. Herçî ew yasa ne ku divê di warê kesî de kar bi wan bê kirin wek mîrat û zewac, ew yasa û hukmê şerîeta îslamê ye ne ku zagona Sûriyeyê.”
Guhertina demografiyayê
Piştî destpêkirina şerê navxwe, hêzên ser rejîma Sûriyeyê sala 2012 ji bajêr kişiyan û bajar radestî YPGê kirin. Efrîn yek ji sê kantonên Rojavayê Kurdistanê bû ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin damezrandin. Bajar ku ser parêzgeha Helebê ye, ta adara 2018an ji aliyê kurdan ve dihat birêvebirin, lê adara 2018an çekdarên îslamî yên ser dijberiya Sûriyeyê bi palpiştiya Tirkiyeyê êrîşî bajêr kirin û dagîr kirin.
Êrîşa hêzên hikûmeta Sûriyeyê bi piştgiriya hêzên esmanî yên Rûsyayê li ser deverên başûr û başûr rojhilatê parêzgeha Idlibê ku nêzî Efrînê ye, ûştekî dî bû bo koçberî û reva bi dehan hezar kesan ji wan deveran ber bi Efrînê ve.
Şeva kanûna duyem a îsal, Rûdawê pêwendî bi rênîşanderekî civakî re kir ku ji bona parastina canê xwe nexwest navê wî bê kifşkirinê. Ew agahdarî hûrgiliyên niştecihkirina malbatên nûhatî ye bo deverê, dibêje: “Hejmara kesên di dema borî de berê xwe dan Efrînê nêzî 100 hezar kesî ye. Wisa jî Efrîn noqî koçberên Ereb bû, vêga rêjeya ereban li bajêr ji % 80ê bêtir e, di demekê de berî wê şepêla koçê nêzî ji % 65 bû. Berî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyeyê jî, hejmara ereban li bajêr hew ji % 8 bû.”
Komikên biçek ji bo niştecihkirina malbarên Ereb di nav malên kurdan de kar dikin bêyî rêzgirtina taybetmendiya malbatên Kurd. Çalakvanekî Kurd ê niştecihê gundê Kefer Cenne ku hem wî jî nexwest navê wî bê kifşkirinê, got: “Ta vêga nêzî 250 malbat di gundik de hatine niştecihkirin. Desthilatdaran li ser hinek malbatên resen ên gundikê wan sepand ku malbatên hatî di xêniyên xwe de niştecih bikin. Di demekê de nêzî 100 xêzanên xelkê resen ên gundik ji gundikê xwe hatine derkirin û qewitandin.”
Li gundê Kefer Sefre yê ser nahiyeya Cindirêsê çavkaniyeke ku naxwaze navê wê jî bê hildan, dibilîne: “Çekdaran 12 mal li gund bêgav kirin bi niştecihkirina malên Ereb ên hatî di malên xwe de, di demekê de ku Fîdan Hecî ku xanimeke salmend e, nerazîbûna xwe ji biryara çekdaran anî zimên û gefa xweşewitandinê xwar, lê çekdaran qe guh nedan wê û gefên wê û bi zor û kotekî malbateke Ereb di mala wê de niştecih kirin.”
Serkirde û komikên ku destê wan di binpêkirinan de heye
Piştî çend têkiliyên Tora Medyayî ya Rûdawê bi çavkaniyên curbicur re li nava Efrînê û derveyî wê, herwisa li gel saziyên maf û taybet bi dokûmêntkirina binpêkirinan û çalakvanên ku bi xwe tûşî binpêkirinan bûne, hevdengiyek hebû ku hemû komikên biçek ên dijberiya ser bi Tirkiyeyê ve binpêkirin kirine.
Lê di nav wan de, navê hin kom û serkirdên komikên biçek bêtir di vê çarçoveyê de tê hildan. Nola: Bereya Şamî bi serkirdatiya Kolonel Ebû Elî Seco ku ji navçeya Ezazê ye. Herwisa serkirdê heman komikê li bajarokê Mobata ku navê wî Şêx Cûma ye. Mihemed Hezwanî, rayedarê eynî komikê li wî bajarokî.
Fîrqeya Sultan Murad ku piraniya wan Turkmen in û Fehîm Îsa serkirdatiya wan dike, deverên Bilbil, Şerra û Recoyê li jêr destên wê ne. Fîrqeya Mûtesem li Efrînê bi serkirdatiya Ebûlebas Ebas. Lîwayê Semerqend, bi serkirdatiya Saîr Marûf.
Ev lîwa jî piraniya wê Turkmen in û dest daniye ser gundên nahiyeya Cindirêsê. Lîwaya Sultan Silêman Şah, bi serkirdatiya Mihemed Casim (Bavê Emşe) ku xelkê gundewarê Hema ye. Komika Hemzat bi serkirdatiya Muhtez ku xelkê navçeya Xab e li nîveka Sûriyeyê. Herwisa komên Şerqiye ku serkirdê wan li Efrînê wekî Neûm tê nasîn û xelkê navçeya Dêrezorê ye.
RÛDAW