top of page

Li Efrînê grûpên çekdar pezê welatiyan didizin


Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, fermandar û çekdarên grûpên El Hemzat, Feyleq el Şam, Ehrar el Şerqiye û Feyleq el Mecid pez ji bajarê Efrînê û çend gundên derdora wê dizîne.

Pez û sewal jî ji dizî û talankirina grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê nafilitin.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 4 grûpên çekdar nêzîk, 200 serî sewal ji welatiyan dizîne.

Fermandar û çekdarên her yek ji grûpên El Hemzat, Feyleq el Şam, Ehrar el Şerqiye û Feyleq el Mecid sewal ji bajarê Efrînê û çend gundên derdora wî dizîne.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê: “Roja 6ê nîsanê, çekdarên Grûpa el-Hemzat 150 mihên welatî Mihemed Ferec li Gundê Meyase dizîne. Çekdaran gefa kuştinê li xwediyê mihan xwariye eger daxwaza sewalê xwe bike. Piştî navbênkariya hin kesan, çekdaran daxwaza 1500 dolar kirine da ku mihên wî vegerînin. Çekdarên grûpa Ceyş el Îslam 10 sewalên welatiyekî bi navê bavê Xalid ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê dizîne. Fermandarê Ehrar el Şerqiye, Ebû Mûhemed 4 mihên welatî bavê Hesan ji taxa Eşrefiyê dizîne. Çekdarên grûpa Hemzat 3 mihên welatiyekî ji gundê Kîmarê dizîne. Mihemed Hebûb, naskirî bi Ebû Welîd, fermandarê Feyleq el Mecid li gundê Zerka 10 sewal dizîne.”

Grûpên çekdar û Erebên hawirde pez û sewalê xwe li nav darzeytûn û zeviyên cotyarê Kurd diçêrînin û ziyaneke mezin digihînên darên wan.

Ji yekem roja destdanîna ser Efrînê, ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê, ji nav dîmenên dizî û talankirinê, dîmenên diziya pez hebûn.

Li gor raporta Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, grûpên çekdar ne tenê pez û sewalê xelkê Efrînê, lê heta yên Erebên hawirde jî didizin û talan dikin.

RÛDAW

bottom of page