top of page

Li Efrînê çekdaran dest danîne ser bêhtirî 21.000 darên zeytûnan


Li nahiyeya Raco ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, gurûpên çekdar dest danîne ser bêhtirî 21.000 darên zeytûnan û darên meyweyên cotyarên Kurd.

Li gor zaniyariyên Rûdawê bi dest xistine, li gundê Şediya, gurûpên çekdar dest danîne ser 3000 darên zeytûnan û herwiha dest danîne ser 750 darên meywe.

Li gundê Hec Xelîl, çekdaran dest danîne ser 3000 darên zeytûnên malbata Henîf Cemîl Henîf û herwiha dest danîne ser 2000 darên zeytûnên Henîf Şukrî Henîf, dest danîne ser 1000 darên zeytûnên kurên Ehmed Hibo.

Li gundê Qere-baba, çekdaran dest danîne ser 2000 darên zeytûnên malbata Heyder Bekir.

Li gundê Çeqmaqa, çekdaran dest danîne ser 4700 darên zeytûnên kurên Reşîd Mehmûd ji Raco û herwiha dest danîne ser 500 darên gilyazên heman malbatê.

Li Raco, gurûpên çekdar dest danîne ser 1000 darên zeytûnê yên Nesîb Ibrahîm. Her li Raco, çekdaran dest danîne ser 3000 darên zeytûnê yên Ewnî Osman.

RÛDAW

bottom of page