Li Dêrsimê di navbera PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, îro Çarşemê di navbera grûpeke gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket. Li gor agahiyan, di şer û pevçûnan de 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.
Walîtiya Dêrsimê têkildarî bûyerê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, ku şer di dema lidarxistina operasyonekê de li navçeya Pulurê çêbûye, ku ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Dêrismê ve hatibû destpêkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê de tê gotin, ku di encama pevçûnan de 3 gerîlayên PKKê hatine kuştin û hêzên wan dest danîne ser çekeke M-16, 2 çekên klaşînkov û hin melzemeyên din.
Walîtiya Dêrsimê herwiha destnîşan kiriye, ku li herêmê operasyona hêzên ewlekariyê didome.
Têkildarî şerê îro yê li Dêrsimê, PKKê hêj ti daxuyaniyek nedaye
RÛDAW