top of page

Li Bertile 800 donim dexil û dan hatiye şewitandin


Rêveberê çandiniyê li nahyeya Bertile Ehmed Saqî ji BasNewsê re ragehand, heta naha li Bertile 87 bûyerên agir berdanê hatine tomar kirin û di encamê de 800 donimên dexil û danî hatine şewitandin.

Herwaha got, bêhtirê dexil û danê hatiye şewitandin ê mesîhiyan bûye û rêjeyek jê jî yên cotkarên şebek bûye li devera Bertile. Bi taybet jî li Minare Şebek û Bertile bixwe li hin gundên din ên ser bi Bertile dexil û danê cotyaran hate şewitandin. Em dê nivîsekî bo qerebû kirina cotkaran bidin rêveberiya giştî ya çandiniya Mûsilê û îdareya Mûsilê. Em dixwazin cotkarên dexil û danê wan hatiye şewitandin bên qerebû kirin ku bikarin sala bê berdewamiyê bi karê çandiniyê bidin.

Ehmed Saqî got: ‘’60 hezar donimên dexil û danê Bertile hatiye çandin û pêşbînî tê kirin jî dibe berhemê wî dexil û danî bigehe 30 hezar tonan.’’

Ehmed Saqî got, îsal heta naha 800 donimên dexil û danî hatiye şewitandin û bêhtirê wan bûyeran nav cotkarên mesîhî û kurdên şebek de pêkhatine.

BasNews

bottom of page