top of page

Li Bedlîsê 5 endamên partiya Davutoglu hatin desteserkirin


Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê 5 endamên Partiya Paşerojê bi hinceta ku firotina maskeyan qedexe ye hatin desteserkirin. Berpirsekî wê partiyê jî dibêje, “Me maske bê beramber belav dikirin, lê dema dibînin bi germî pêşwazî li Partiya Paşerojê tê kirin berê xwe didin van rêyan.”

Li bajarokê Xelatê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve doh 5 endamên Partiya Paşerojê ya bi serokatiya Ahmet Davutoglu ji ber maske li xelkê belav dikirin hatin desteserkirin. Hincet jî ew e ku firotina maskeyan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qedexe ye.

Serokê Rêxistina Bajarê Bedlîsê ya Partiya Paşerojê Veysel Babahan ragihand ku kesên hatine girtin endamên Lijneya Rêvebir a Bajêr in.

Babahan da zanîn ku hinceta desteserkirinê qedexeya firotina maskeyan e û got: “Bi hinceta ku firotina maskeyan qedexe ye 5 hevalên me yên endamê Lijneya Rêvebir hatin desteserkirin. Lê me maske bê beramber li welatiyan belav dikirin. Dema dibînin bi germî pêşwazî li Partiya Paşerojê tê kirin, serî li rêyên wiha didin. Wiha fam dikin ku bi rêyên wiha dê me çavtirsandî bikin.”

RÛDAW

bottom of page