top of page

Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê erdhej: Mirî û birîndar hene


Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê erdhejek bi hêza 5.9 pileyan çêbû li Wanê û bajarên din ên ‎Bakurê Kurdistanê jî hest pê hat kirin. Di erdhejê de li Elbakê hinek xanî û axûr herifîn, 7 kesan canê ‎xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn.‎

Îro serê sibehê demjimêr 08:53 erdhejekê bi hêza 5.9 pile navçeyên sînorî yên Rojhilat ‎û ‎Bakurê Kurdistanê hejand.

Li Wana Bakurê Kurdistanê û bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin û ‎‎7 kesan canê xwe ji dest dan. Zerara herî zêde li Elbakê bû û 4 ji kesên li gundê Elbîsê canê xwe ji dest ‎dane zarok in.‎

Li gundan hinek xaniyên bi kelpîçan herifîn û birîndar jî hene.

Herwiha zerar gihiştiye gundên ser ‎sînorê Rojhilatê Kurdistanê jî. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî ragihand ku li gor zanyariyên ‎destpêkê li Wanê 3 jê zarok 7 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.‎

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê ragihandibû ku hêza erdhejê 5.9 pile ye ‎û ‎navenda wê jî bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê bûye. Erdhej bi kûrahiya 5.22 kîlometre bû û li ‎Colemêrg, Ixdir, Qers, Agirî û Wanê jî hest pê ‎hatiye kirin.

RÛDAW

bottom of page