top of page

Li Bakurê Kurdistanê 605 kes bi Koronayê ketine


Li bajarên Bakurê Kurdistanê li gor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê 605 kes bi vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) ketine.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettîn Koca piştî civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê, civîna rojnamevanî saz kir û têde amarên haletên tûşbûna koronayê yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Fahrettîn Koca ragihand ku herî zêde pêketiyên vîrusa koronayê li Stenbolê hatin dîtin û pey re jî Îzmîr û Enqere tên û li 39 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê haletên mirinê yên ji ber Covid-19 hene.

Li gor amarên Fahrettîn Koca belav kirin li bajarên Bakurê Kurdistanê 605 kes bi vîrusa koronayê ketine.

Hejmara haletên tûşbûnê yê bajarên Bakurê Kurdistanê bi vî awayî ye: “Erzerom kes 86, Sêwaz kes 67, Meletî kes 49, Dîlok kes 37, Riha kes 34, Mêrdîn kes 34, Sêrt kes 32, Agirî kes 29, Amed kes 26, Semsûr kes 26, Wan kes 26, Qers kes 25, Îdir kes 25, Bedlîs kes 22, Erzîngan kes 17, Kilîs kes 16, Meraş kes 15, Xartpêt kes 9, Çewlîg kes 8, Colemêrg kes 7, Êlih kes 7, kes Erdexan kes 5 û Şirnex 3 kes bi koronayê ketine.”

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê heta niha ji ber koronayê 277 kesan li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistan canê xwe ji dest dane û lê nayê zanîn ka çend ji wan li kîjan bajaran in, têne amara 10 parêzgehên herî zêde qurbanî lê hene, hate eşkerekirin û di nav de jî ti bajareke Bakurê Kurdistanê nîne.

Herwiha li gor amarên wezaretê li ti bajarekî Bakurê Kurdistanê zêdeyî 3 qurbaniyan çênebûye, lê amarên odeyên bijîşkan berevajoyê wê nîşan didin.

Odeya Bijîşkan a Amedê duh ragihandibû ku heta 30 Adara 2020an li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê 150 kes bi vîrusa koronayê ketine û herwiha 5 kesan jî ji ber heman vîrusê canê xwe ji dest dane.

Li navçeya Muksê ya Wanê kesekî 70 salî bi navê Hecî Gurî bi gumana vîrusa Koronayê bo nexweşxaneyê hatibû rakirin, pêr canê xwe ji dest dabû. 

Li parêzgeha Mêrdînê jî bi sedema tûşbûna bi vîrusa koronaya nû anku COVID-19 kesekî canê xwe ji dest dabû.

RÛDAW

bottom of page