Li bajarê Meletiyê erd hejiya


Li bajarê Meletî bi pileya 4.9 erd hejiya. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hest bi erdhejê hate kirin.

Li gor Rasatxaneya Kandîlî ya Stenbolê, li navçeya Puturge ya Meletî, îro berdestê sibê li gor pîvera rîxterê bi pileya 4.9 erdhejekê rû da.

Parêzgarê Meletî da xuyakirin, derbarê ziyanên erdhejê de hê agahî negihiştine wan.

Li gor zanyariyan, li bakurê Kurdistanê bajarên Riha, Diyarbekir, Mereş û Xarpêtê jî hest bi erdhejê hat kirin.

Ji ber erdhejê, li Meletî û Xarpêtê welatî derketin derve û piraniya welatiyan şeva xwe li derve derbas kirin.

Roja 23ê vê mehê li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê di navbera Wan û Ormiyê de erd hejiyabû û li Wan 9 kesan canê xwe jidest dabû.

S. B

K24