top of page

Li Amed û Rihayê 18 siyasetvan û çalakvanên Kurd hatin desteserkirin


Li Amedê û Rihayê hêzên ewlekariyê yên Tikriyê li dijî HDP, DBP, TJA û herwiha Komeleya Rosa ya Jinan operasyoneke berfireh pêk anîn û hejmarek rêveber û endamên wan desteser kirin.

Hêzên Ewlekariyê yên Tirkiyê îro demjimêr 04:00 li Amedê û Rihayê li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Rosa ya Jinan operasyonek encam dan.

Hêzan Tirkiyê avêtin ser hejmarek malan û li gor medyaya Tirkiyê 18 kes desteser kirine.

Di nava desteserkiriyan de, parlamentera berê ya HDPê Ayla Akat Ata û Hesverokê berê yê DBPê Mihemed Arslan hene.

Ayla Akat endama damezrêner a Komeleya Rosa ya Jinan e.

Herwiha di operasyona îro ya hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de, ji heman komleeya jinan, endama damezrêner Narîn Gezgor li Rihayê û Seroka Komeleyê Adalet Kaya jî li Amedê hatine desteserkirin.

Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) jî Gulcîhan Şimşek û Zelal Bilgin, ji HDPê endamê Komîteya Navendî ya Rêveber a HDPê Ozlem Gunduz, Hevserokên Şaxa HDPê li navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizicî û Kasim Kaya, endamên partiyê Mehmet Alî Altinkaynak hatine deseteserkirin.

Li gor agahiyan, di operasyonê de du siyasetvanên Kurd Celal Yoldaş û Nazile Tursun jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatine desteserkirin.

Kesên desteserkirî ji bo lêpirsînê, bo Rêveberiya Asayişa Amedê hatine şandin.

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihandiye, ku di operasyonên îro de 18 kes hatine deserkirin, lê hêj hûrgiliyên zêdetir derbarê navê wan kesan de aşkere nekiriye.

Ew kes di çarçoveya lêpirsîneke têkildarî terorê de hatine desteserkirin.

RÛDAW

bottom of page