top of page

Li Amedê tedbîrên nû yên rûbirûbûna koronayê têne sepandin


Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) de hinek biryareke nû hatin sepandin.

Li gor biryara nû li seranserê Amedê karê xurdefiroşî û firotinên seyarî ji îro pê ve hatin rawestandin û ji bilî dikan, market, firin, dermanxane û dezgehên din ên tendirustiyê, tevahiya kargehan dê di navbera saet 08.00-18.00 de bi kontrol vekirî bin.

Li gelek taxan û cadeyan xalên kontrola hatine danîn pişkinîna otomobîlan dikin û herwiha gemahiya laşên welatiyan kontrol dikin.

Herwiha cezayê pere li hejmarek kesên pabendê rênimayiyên qedexe nebûna hat birrin.

Li Taxa Îskenderpaşayê ya navçeya Sûra Amedê, avahiya ku testa 2 kesên lê pozîtîf derketî xistin kerentînê, ew tê dezenfektekirin, têketin û derketina wê jî bi kontrol dibe.

Odeya Pizîşkên Amedê ya bakurê Kurdistanê duh di duyem raporta xwe ya teybet bi Koronayê de ragihandibû, ku 200 tûşbû li parêzgeha Amedê hatine tomarkirin.

Li gor raporta Odeya Pizîşkên Amedê heya niha 200 kes li parêzgeha wan tûşî vîrusa Koronayê bûne û her wiha zêdetirî  300 kes jî hatine kerentînekirin.

RÛDAW

bottom of page