Li 8 deverên Sêrtê heta dawiya salê qedexe hat ragihandin

Li Mêrdînê 8 kes bi tometa alîkariya PKKê hatin binçavkirin û li 8 deverên Sêrtê jî heta dawiya salê qedexe hat ragihandin.
Operasyonên Artêşa Tirk li Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Li Mêrdînê bi tometa ku alîkariya gerîlayên PKKê kirine, 8 kes hatin binçavkirin û ji wan kesekî hat zîndanîkirin.
Li 8 deverên Sêrtê jî heta dawiya salê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin.
Hîn berê jî li çend deverên girêdayî, navçeyên Berwarî, Baykan û Dihê, bo heyama demkî hatibûn qedexekirin.
Parêzgariya Sêrtê, bi hinceta ku li deverê liv û tegerên gerîlayên PKKê zêde bûne, biryara dirêjkirina qedexeyê da.
S. B
K24