top of page

Li 31 bajarên Bakur û Tirkiyê qedexe hat ragihandin


Li 31 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin ku derdora 64 milyon kes li wan bajaran niştecih in.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi mebesta rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronaya nû, COVID-19, li 31 bajaran bo maweyê 2 rojan, qedexeya hatinûçûnê ragihand.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, biryara qedexeya hatinûçûnê, îşev demjimêr 12.00 dikeve warê cîbikirinê û heta demjimêr 12.00ê şeva 12.04.2020 dê berdewam bike.

Di nav wan bajarên ku qedexeya hatinçûnê bo maweyê 2 rojan hatiye ragihandin  8 bajarên Bakurê Kurdistanê jî hene ku ew jî, Amed, Erzirom, Dîlok, Mereş, Meletî, Mêrdîn, Riha û Wan e.

Ew bajarên mezin ên din ku qedexe lê hatiye danîn jî; Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denîzlî, , Eskîşehîr, Hetay, Stenbol, Îzmîr, Kayserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Tekîrdag, Trabzon e.

Herwiha li gel van her 30 bajarên mezin ên Bakur û Tirkiyê, li bajarê Zonduldakê jî qedexeya hatinçûnê hat ragihandin ku bi giştî derdora 64 milyon kes li wan bajaran dijîn.

Ev di demekê de ye ku roja 3ê vê mehê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîn Erdogan, qedexeya ketin û derketina otomobîlan li wan her 31 bajaran ragihandibû.

Li gor dawîn amarên Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, heta niha hejmara kesên bi koronayê canê xwe ji dest dane li Tirkiyê gihişt 1006 kesan û hejmara pêketiyan jî bû 47029 kes. Hejmara giştê yên ku ji koronayê rizgar bûne jî bû 2423 kes.

RÛDAW

bottom of page