top of page

Li 10 bajaran zêdetirî 100 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin


Li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê polîsan bi ser malên endam û rêvebirên HDPê girt ku di encamê de zêdetirî 100 rêvebir û endamên wê partiyê hatin desteserkirin. HDPê jî li hemberî wan operasyonan nerazîbûn nîşan da.

Hevserokê HDPê yê Amedê, Ziyad Ceylan ji Rûdawê re ragihand ku hikûmeta Tirkiyê zilmê li endamên HDPê dike.

Otomobîla Parlamenterê HDPê yê Wanê Murat Sarisac ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû rawestandin û endamekî Meclîsa Partiyê ya HDPê ji wê otomobîlê hat derxistin û desteserkirin ku ew endamê HDPê jî di nav de tenê li Wanê 47 kes hatin desteserkirin.

Di serdagirtina malan de, hevserokên HDP ên navçeyên Rezan, Peyas û Yenîşehîrê jî tê gelek endamên wê partiyê hatin desteserkirin. Yek ji malbatên ku rastê serdagirtinê hatiye jî malbata Îrfan Soner e.

Yalçin Soner, birayê Îrfan Sonerê ê ku niha desteserkiriye, dibêje, “Serê sibehê demjimêr di 06.00an de çawa hatin li derî nexistin, camên derve yên derî şikandine. Lisalonê jî li derî xistine. Gotine qey erdhej çêbûye. Zarok jî li mal bûne. Hemûyan li odeyek topkirine. Nehiştine ku kes xwe ji cihê xwe tev bide.”

Muhamed, neviyê Îrfan Soner jî dibêje, “Polîs hatin li derî xistin. Pêşî ez rabûm, paşê kalê min rabû. Ez tirsiyam.”

Bajarên Wan û Amedê jî tê de li bajarên Dêrsim, Agirî, Mûş, Elezîz, Mêrdîn ên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Mêrsîn, Stenbol, Enqere û Kocaeliyê yên Tirkiyê hejmara kesên ku hatine desteserkirin ji 100 kesî bihuriye. Piraniya wan jî endamên HDP û DBPê ne. Rêveberên HDPê jî vê pêla desteerkirinê weke ‘operasyona qirkirinê’ bi nav dikin.

Zeyad Ceylan, Hevserokê HDPê yê Amedê, diyar dike, “Tu hinceteke hiqûqî li gorî me tune ye. Hemû hevalên me ji ber kar û barên xwe yên partiyê têne binçavkirin an jî sûcdarkirin. Li gorî qanûna heyî jî tiştekî ku me pê tewanbar bikin tuneye. Lê nêzikahiyeke siyasî ya faşîzane li hemberî me heye. Li hemberî Kurdan, li hemberî partiya Kurdan, li hemberî HDPê zilmê dikin.”

Piraniya van kesan an bi tohmeta ‘alîkariya PKKê’ yan jî bi tohmeta ku li ser torên civakî ‘propagandaya PKKê’ kirine,  hatine desteserkirin.

RÛDAW

bottom of page