Li Şirnexê 24 kes bi tometa PKKê hatin binçavkirin

Li bakurê Kurdistanê li bajarê Şirnexê bi tometa endamtiya rêxistina terorê 24 kes hatin binçavkirin û 6 kes hatin zîndanîkirin.
Parêzgariya Şirnexê da xuyakirin, hêzên ewlekariya Tirkiyeyê, di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de li Şirnexê operasyon encam dan û 24 kes binçav kirin.
Li gor agahiyan, 20 kesên hatin binçavkirin bo dadgehê hatin veguhastin û ji wan biryara girtina 6 kesan hate dayîn.
Lêpirsîna bi 4 kesan jî di Rêveberiya Polîsê de berdewam dike.
S. B
K24