top of page

Li Îzmîrê 90 kes ji bo zimanê Kurdî hatin zindanîkirin


Li Tirkiyê 90 kesên daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî kirine, bi sizaya zîndanîkirinê hatin sizadan.

Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê, bi armanca piştevaniya zimanê Kurdî, bi pêşengiya Komeleyên Elewî û Konfederasyona Sendîkaya Kedkaran KESK, sala 2015 hin çalakî hatibûn darxistin. Piştî êrişên polîsan derbarî 90 kesan de doz hatibû vekirin.

Di rûniştina 15'emîn de biryar derket. Dadgeha Îzmîrê bo her 90 kesan, cuda cuda 5 meh sizaya zîndanîkirinê da.

Peyvdarê Platforma Şaxên Îzmîrê yên KESKê da xuyakirin, ew siza beriya 21'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê watedar e ku hewl didin li ser aliyên demokratîk fişar û givaşên xwe zêdetir bikin.

S. B

K24

bottom of page