top of page

Li Îtaliya herî kêm 631 kes ji ber Koronayê mirine


Li Îtaliya herî kêm 631 kesan ji ber nexweşiya Koronayê mirine.

Yek ji wan welatên ku nexweşiya Koronayê tê de gelekî belav bûye, Îtaliya ye.

Li gorî amarên fermî, heta duhî herî kêm 631 kesan li wî welatî ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane û zêdetirî 10 hezar kes jî pê ketine.

Hikûmeta Îtaliya tevahiya cihên giştî û tûrîstîk daye girtin û hatin-çûn qedexe kiriye û gelek cih xistiye qerentînê.

BasNews

bottom of page