top of page

Li Îsraîlê îro hemû cihek tê girtin


Hikûmeta Îsraîlê ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê biryar daye ku ji îro Sêşemê ve hemû cih li wî welatê bêne girtin û welat bi tevahî bikeve tatîleke neçarî.

Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku roja Sêşembê li Îsraîlê hemû cihek tê girtin. Benjamin Netanyahu di gotarekê de ragihand ku ji demjimêr 4ê êvara îro Sêşembê ve li seranserê Îsraîlê hemû cihek tê girtin û destûr jî nayê dayîn ku welatî ji malên xwe derkevin.

Netanyahu diyar kir, ku bi dirêjahiya cejnên olî yên îsal divê xelk di nav malên xwe de bimînin û piştre eger rewş ber bi başiyê ve biçe, wê demê tedbîran asantir dikin û got: “Çend rojên pêş bo Îsraîlê yekalîker in û niha jî rewşa Îsraîlê li gor gelek welatan baştir e.”

Pêdiviya biryarên hikûmetê bi pesendkirina Knesseta Îsraîlê heye ku tê çaverêkirin îro bikevin warê cîbicîhkirinê.

Heta niha nêzîkî 9 hezar kes li Îsraîlê bi vîrusa koronayê ketine, ku 57 kesan ji wan canê xwe ji dest dane û nêzîkî 600 kesên din jî baş bûne.

RÛDAW

bottom of page