Leşker û Polisên Tirkiyê li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê, bi ser sedan malan dadan

Leşker û Polisên Tirkiyê li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê, bi ser bi sedan malan de girtin û lêgerîn pêkanin: Bi giştî jî, 62 welatî girtin.
Leşker û Polisên Tirkiyê li Bajarên Wan, Dîlok, Agirî û Mûş ên Bakurê Kurdistanê, operasyonek serdagirtina malan da destpêkirin û 62 welatî girtin.
Ev operasyon ji duhî ve berdewam dike û leşkeran, di dema serdagirtina malan de, dergehên welatiyan şkandin û ketin nav malan de.
Hate ragihandin: Li Agirîyê 25, Wanê 17, Dîlokê 12 û li Mûşê jî 8 welatî bi sedema di torên komaleyetî de, propagandeya terorê dikin, hatin girtin.
Hêzên Ewlekariyê, dest danîn ser mobailan û 62 welatiyên girtin e, birin avahiya asayişê.
K24