top of page

Kurdistan: Zarokekî 5 salî tûşî Koronayê bû


Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li parêzgeha Silêmaniyê zarokekî 5 salî tûşî vîrusa koronayê ya cûreya nû (Covid-19) bûye û ligel vê hejmara tûşbûyên Covid-19ê li Herêma Kurdistanê gihîşt 39 kesan.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku pişkinînên vîrusa koronayê berdewam dikin û îro 18ê Adarê li parêzgeha Silêmaniyê keseke din tûşî koronayê bûye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê testa Covid-19ê ya keçeke 5 salî ya xelka Nahiyeya Tekyeyê pozitîv bûye.

Li Herêma Kurdistanê hetaniha 39 kes tûşî nexweşiya Koronayê bûne û 9 kes ji wan baş bûne û kesek jî ji ber nexweşiyê koça dawî kiriye.

RÛDAW

bottom of page