top of page

Kurdistan: Du dadwerên Dadgeha Hewlêrê bi koronayê ketin


Serokê Dadgeha Hewlêrê, Dadwer Îbrahîm Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand, “du dadwerên Dadgeha Hewlêrê bi koronayê ketine.”

Serokê Dadgeha Hewlêrê ragihand, “ji ber tomarkirina wan du haletên pêketina bi koronayê, dadgeh bo dema 14 rojan tê kerentînekirin.”

Dadwer Îbrahîm Xoşnaw tekez kir, tevahiya karmend û stafa Dadgeha Hewlêrê dê bêne kerentînekirin.

Ew yek di demekê de ye, ku hin encamên pişkinînên li Parlamentoya Kurdistanê jî pozîtîv derketine û ji ber wê yekê di daxuyaniyeke nivîskî de, parlamentoya Kurdistanê aşkere kir, ku parlamento bo dema 14 rojan çalakiyên xwe radiwestîne û endamên parlamentoyê têne kerentînekirin.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 1,709 kes bi vîrusa nû ya koronayê anku COVID-19 ketine û ji wê hejmarê 551 kes baş bûne û 30 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê diyar kiriye, %58 ji tûşbûyên koronayê yên li Herêma Kurdistanê mêr û %42 jî jin in.

Rêjeya herî zêde ya pêketinê jî li parêzgeha Silêmaniyê ye, ku heta niha 1,067 kes li wê parêzgehê tûşî koronayê bûne.

RÛDAW

bottom of page