top of page

Kurdistanî Rêberê xwe yê netewî bi bîr tînin


ro yekê Adarê, salvegera wefat kirina Rêberê netewî yê gelê Kurd Nemir Mele Mistefa Barzaniye û Kurdistanî bi çalakiyên curbicur rêzdariya xwe bo Rêberê xwe tînin ziman.

Di vê çarçoveyê de îro li Parlementoya Kurdistanê merasîmek bo bîr anîn û rêz girtin ji Nemir Mele Mistefa Barzanî hate organîzekirin.

Di merasimê de çend gotar li ser xebat û têkoşîna Nemir Mele Mistefa Barzanî bo azadî û serbixweyiya gelê Kurd hatin pêşkêşkirin.

Herwiha li bajarên din yên Kurdistanê, Kurdistanî 41mîn salvegera wefata Rêberê xwe bi bîr anîn û rêzdariya xwe bo Rêberê xwe anîn ziman.

Her sal di vê rojê de bi hezaran Kurdistanî li her çarparçeyên Kurdistanê û li Ewrûpayê jî serdana mezara Nemir Mele Mistefa Barzanî li Barzanê dikirin lêbelê îsal baregeha Barzanî daxwaz ji xelkê kiribû ku jiber vîrosa Koronayê û bo parastina selametiya xelkê, merasimên bîranînê neyên organîzekirin.

N: E. G

KTV

bottom of page