Kurdên Bakur bi rêyekê nû xwe fêrî Kurdî dikin

Komeleya Lêkolînên Kurdî piştî ku ragihand ew dê bi awayekî online kursên kurdî bidin, di heyama çend saetan de zêdeyî hezar kesan navê xwe tomar kirin.
Komeleya Lêkolînên Kurdî li Stenbolê berî berbelavbûna vîrusa koronayê li avahiya komeleyê dersên bi kurdî didan, lê ji ber vîrusê niha kursên xwe bi awayê online berdewan dike.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyub Subaşî ji Rûdawê re diyar kir ku ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê biryareke nû da ku êdî dê wekî online kursên zimanê Kurdî bide û got: “Piştî ku yekemîn haleta koronayê li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê hate tesbîtkirin, me jî wek sazî kursên xwe yên heyî bi awayekî online berdewam kirin. Van kursan berî koronayê dest pê kiribûn.”
Komeleyê ji bo kesên dixwazin beşdarî dersan bibin formên online vekirin û di demeke kurt de zêdeyî hezar kesî navê xwe tomar kirin û qeyd tejî bûn.
Derbarê vê yekê de Eyub Subaşî wiha axivî: “Me di 5ê Nîsanê de ragihand ku em ê kursên online ji bo xwendin û nivîsîna bi kurdî bidin. Di nav nîvrojê de 1048 kesî serî lê da. Ji ber ku wisa xuya dikir ku dê serlêdan gelek be, me qeyd dan rawestandin. Lê li gorî peyamên ku ji me re tên daxwazeke zêde ji bo hînbûna kurdî û hînbûna xwendin û nivîsîna bi kurdî heye. Ev 1048 kes dê 15ê Nîsanê dest bi dersên xwe bikin û ev kurs dê heta 6 hefteyan berdewam bin.”
Subaşî da zanîn ku ji van 1048 kesan 145 kesî ji bo kirmanckî serî lê dane, yên din jî ji bo kurmancî serî lê dane û wiha pê de çû: “Her poleke me dê ji 40 kesan pêk were. Ev jî dike 27 pol. Teqrîben 22-24 mamoste dê dersan bidin. Dersên me di nava hefteyê de her roj hebin. Kesên ku serî lê dane, roja ku hilbijartine, dê wê rojê dersa xwe bibînin.”
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyub Subaşî herwiha da zanîn piştî ku wan dersên 1048 kesî dan destpêkirin, ew dê careke din hewl bidin qeydan wergirin û got: “Derfeta me têrê dike lê ji ber ku di nav nîvrojê de 1048 kesî serî lê da, ji bo ku di carê de bargiranîyeke zêde nebe me da sekinandin. Di rojên pêş de em ê dîsan bidin destpêkirin. Eger mamosteyên dildar ên sazîya me têrê nekin, wekî din gelek mamosteyên kurdî hene ku amade ne bibine alîkar.”
Ji bo kesên ku serî lê dane 15ê Nîsanê dersên online bi destpê dikin. Ders dê li ser bernameya Zoomê bên dayîn.
Di heman demê de Subaşî amaje bi wê yekê kir ku wan wek sazî dixwast îsal bi awayekî cuda pêşwazîyê li cejna zimanê kurdî bikin ku di 15ê Gulanê de tê pîrozkirin û got: “Me dixwast kampanyayeke xwendin û nivîsîna kurdî li navçeyên Stenbolê bide destpêkirin. Di gel vê hin pêşbirkên xelatdayînê li dar bixe. Lê piştî ku korona hat, êdî ev yek mumkîn nebû.”
RÛDAW