Kurdên Êzdî vedigerin ser erdên xwe

Cotkarên Kurdên Êzidî yên ên li kampên koçberan, keyfxweş in ku çend roje dikarin bicin nav zeviyên xwe yên çandiniyê de.
Ew qedexeya çûn û hatinê ya ji bo rûbirûbûna Koronayê, ji ber ku hinek sivik bûye, cotkarên Kurd dikarin karên xwe bikin.Ew Kurdên Êzidî dibîjin jiyana wan li ser çandiniyê ye û eger ew wî karî nekin, bo dmesala payîz û zivistanê nanê rojê jî dest wan nakeve.
Kurdên Êzdî piştî rakirina qedexeyê vegeriyan ser zeviyên xwe yên kiştûkalî
Piştî rakirina beşeke qedexeya çûn û hatinê, cotkarên Kurdên Êzdî vegeriyan ser wan zeviyên kiştûkaliyê ku çavkaniya debara jiyana wan e.
Cotkarên Êzdî ji siberoja berhemê kêfxweş û geşbîn in, careke din xwêdana nav çavê xwe dirêjînin daku kes û karên wan ku heta niha di kampan de ne, di rewşeke baştir de bin. Ew dikarin di wê dema 12 demjimêrî de ku qedexeya çûn û hatinê namîne, li nav zeviyên xwe bi çandin û kolandinê ve mijûl bin.
Cotkar Elî Berekat dibêje: “Du roj e derfet dane me daku serdana zevî û erdên xwe bikin ku ji dema korona belav bûye me nekariye. Em şeşê sere sibehê tên û heta heft li nav zeviyên xwe dimînin. Lê bi rastî dema em difroşin wê bihayî nakin ku em dixwazin.”
Çil roj bû cotkarên Kurdên Êzdî di kampên parêzgeha Duhokê de mabûn asê, ev qedexeya çûn û hatinê bo cotyar û kesên debara jiyana xwe li derveyî kampan bidest dixin girantir bû.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tedbîr kêm kirine, lê divê ew jî di dema kolandina zeviyên xwe yan çandinê de, du metreyan ji hev dûr bin, berevajiya wê aliyê cîbicîkar ji nêzîk ve çavdêriya çawahiya cîbicîhkirina rênmayiyên tendirustî ji aliyê cotkaran ve dike.
Cotkar Hewas Zeydo jî got: “Em dikarin bibêjin hêj vîrûsa koronayê li vê derê maye. Hêj em du metreyan ji hev dûr dikevin. Em xwe diparêzin her wek hikûmet jî me diparêze.”
Zêdeyî 594 koçber di 21 kampên parêzgeha Duhokê de dijîn, piraniya wan jî yên li kampên Duhokê ne Kurdên Êzdî ne, beşek ji wan jî koçberên Rojavayê Kurdistanê ne.
RÛDAW