Kurdên êzîdî ji ber Koronayê cejna Çarşema Sor pîroz nakin

Kurdên êzîdî ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li Kurdistan û cîhanê, îsal cejna Çarşema Sor pîroz nakin.
Şîretkarê encumena rûhaniya êzîdiyan, Kerîm Silêman ji BasNewsê re got, her sal tevahiya kurdên êzîdî ji seranserî Kurdistan û cîhanê bo pîrozkirina cejna Çarşema Sor li perestgeha Laliş kom dibin û cejna hev pîroz dikin.
Kerîm Silêman her wiha got, lê îsal ji ber vîrusa Koronayê û tedbîrên hikûmeta Kurdistanê li hember Koronayê kurdên êzîdî jî mina welatiyên din di mal de dimînin û naçin Lalişê.
Wî mezinê êzîdiyan da zanîn ku mîrê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg jî bang li kurdên êzîdî kiriye di mal de bimînin û îsal cejnê li mal de pîroz bikin.
Kurdên êzîdî her sal di meha Nîsanê de cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Kincên kurdî li ber dikin û şemalkan vêdixin û şahî û kêfxoşiyê dikin. Cejna îsal roja 15 vê mehê ye.
BasNews