Kurê Cegerxwîn bi Koronayê canê xwe ji dest da

Kurê helbestvanê navdar ê Kurd Cegerwxîn, bi vîrusa Koronayê wefat kir.
Peyamnêrê Rûdawê li Almanyayê ragihand ku Keyo Cegerxwîn, kurê helbestvanê navdar ê Kurd Cegerxwîn li bajarê Stockholma Swêdê, bi vîrusa Koronayê (COVID-19) koça dawî kir.
Keyo Cegerxwîn ku temenê wî 84 sal bû û rûniştvanê Swêdê bû, ev maweyê du hefte bû tûşî vîrusa Koronayê bûbû.
RÛDAW