KUŞTINA BARIŞÊ KURD LI PAYTEXTA TIRKIYÊ

Zeynelabidin ZINAR
KUŞTINA BARIŞÊ KURD LI PAYTEXTA TIRKIYÊ Bariş Çaqan ê Patnosî yê 18 salî, dema li şaneşîna mala xwe guhdarî li stranên kurdî kiriye, duhî li ser daxwaza sê kesan daketiye jêrê û çûye ba wan, heman dem bi kêran lê xistine û lêwik kuştine. Ew kuştin birîna dilê Kurdan careke din axivand. Kuştina Barişî, rûreşiyeke mezin e ji bo aştî û demokrasiya dewletê. Îsal û par, bi dehan Kurd tenê ji bo ku bi kurdî peyivîne, li herêmên cuda yên Tirkiyê hatine kuştin. Karbidestên Deletê jî, xwe xistine ”Guhê Gê” û naxwazin bibînin. Lê dema li welatekî fîtokek li hemwelatiyekî Tirkiyê dikeve, Medyaya Tirkî Qiyameta Reş radike. Li ser kuştina Barişî, pêjn jê nayê. Çareserî bi rijandina xwînê çênabe. Min di lêkolînan de pir dîtiye ku bêzîtiya ji ber kuştinê, bi sedê salan didomîne. Hêvîdar im ku êdî siqûmatên wisa çênebin. Bila serê patnosiyan bi taybetî jî yê malbata Barişî sax be. 01/ 06/ 2020