top of page

Konsulê Rûsyayê bo Rûdawê: Dîrokeke peywendiyên Rûsya û Kurdan heye


Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Olêg Lêvin dibêje, peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê xwedî dîrokekê ne û herwiha tekez dike ku ew peywendiyên dualî pêş dikevin.

Konsulê Rûsyayê behsa şerê DAIŞê û rola Hêza Pêşmerge dike di şerê dijî DAIŞê de û dibêje, ew helwesta Pêşmerge di jinavbirina DAIŞê de bilind dinirxînin.

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî Olêg Lêvin dibêje, “Sûriye ji Kurd û Ereban pêk tê” û diyar dike, “bê guman mafê Kurdan li Sûriyê heye, mafê wan yê xwendina bi zimanê xwe heye herweha pêwîste guhertin çê bibe.”

Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Olêg Lêvin di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Niha Rûsya çawa li Rojhilata Navîn dinêre?

Lêvîn: Derbarê dewleta Rûsyayê, Yekîtiya Sowyeta berê û Rûsyaya federalî ya îro, ev welatê mezin li cîhanê karîger e û bi sirûşt rol di peywendiyên navdewletî de heye. Rûsyayê berjwendî di navçeyên cîran de heye û Rojhilata Navîn beşek e nayê cudakirin ji wan berjwendiyan. Ev berjewendî çi ne? Berî hemûyan berjewendiyên aborî tên, paşê berjewendiyên kultûrî û berjwendiyên siyasî.

Di vê maweyê dawîn de, piştî hilweşandina Yekîtiya Sowyetê, Rûsya bûye welatekî karîger li cîhanê. Ne ji ber wê yekê ku Rûsyayê çeka etomî heye, lê ji ber girîngîpêdana bi pêşxistina aborî û alugorî aborî û bazirganî ku berjewendiya hevbeş a Rûsya, gelê Rûsya û gelên navçeyê cibîcî dikin.

Em taybet behsa Herêma Kurdistanê bikin. Peywendiyên di navbera Rûsyaya federal û Herêma Kurdistanê de di çi astekê de ne?

Derbarê Herêma Kurdistanê de beşeke girîng heye, ji wê dîroka peywendiyên di navbera Rûsya û Kurd de heye. Eger em vegerin ser wê heyama piştî Şerê Duyem ê Cîhanî, piştî vekişîna hêzên Sowyetê ji Îranê di sala 1946an de, wê demê yekem dewleta Kurd di dîroka hevçerx de damezrabû ku weke Komara Mehabadê tê zanîn. Wê komara hatibû damezrandin, destpêkê serxwebûna taybet bi Kurd hebû. Lêbelê piştî wan guhertinên li Îranê rû dan, hejmarek serkirdeyên Kurd yên wê komarê neçar bûn ber bi Yekîtiya Sowyetê ve vekişin û nêzikî 300 kes jî gihiştine Yekîtiya Sowyetê. Destpêkê gihiştine Ermenistanê û paşê Kazaxistanê ku ev niha dewletên serbixwe ne. Paşê li Moskowê bicih bûn û hinek ji wan li gel jinên Rûsî zewicîn. Ev jî destpêka lihevnêzîkbûna kultûrî ya di navbera gelê Kurd û gelê Rûsyayê de bû.

Derbarê vê rewşê de, ev xala destpêkê bû û piştî ku serkirde Mistefa Barzanî vegeriya Kurdistanê, kesên nêzikî ezmûna Rûsyayê li gel xwe anîn. Paşê ew ezmûn û şarezayî di ware serbazî de bikar anî, herwiha di ware hikûmî û reftara li gel babetên karîger de jî. Li gor min ev tiştekî bêhempa bû. Herwiha prensîb jî ew prensîba baskê xwe bi ser jiyanê de li Yekîtiya Sowyetê kêşabû, ji ber hindê ew bîroke û ew rêkar hinek caran tiştên baş çê bûn, herwiha peyrewkirina van rêkaran li Herêma Kurdistanê.

Derbarê niha de! Peywendiyên di navbera herdu aliyan de, Herêma Kurdistanê û Rûsyayê çawan in?

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyaya federal de pêş dikevin û serkevtinê bidest dixin. Ez dixwazim bibêjim, di meha Sibata 2013an de, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku wê demê serok bû, serdaneke wî hebû, di wê serdanê de li gel Vladimir Putinê Serokê Rûsyayê hevdîtin pêk anî. Serdaneke fermî bû bo Moskowê û herwiha serdana Saint Petersburgê jî kir. Di encama wê dîdarê de çend rêkevtinên aborî hatin îmzekirin û di wê salê de ku 2013 bû, nûnertiya kompaniya Gazprom li vê derê Hewlêrê û herwiha li Silêmaniyê hat damezrandin. Ev kompanî girîng e û niha di ware derxistina petrolê de kar dike.

Piştî vê pêngavên din ên girîng hebûn, weke pêşxistina serdanên dualî û sala derbasbûyî û bo cara yekem Wezîrê Derve yê Rûsyayê , birêz Sergey Lavrov, serdana Herêma Kurdistanê kir û pêşwaziyeke germ lê hat kirin. Herwiha rêzdar Serokwezîr Mesrûr Barzanî sibata îsal li Munchenê, hevdîtin li gel rêzdar Lavrov hebû.

Birêz Lêvîn, Rûsya yek ji wan dewletên yekem bû di vekirina konsulxaneyê de li Herêma Kurdistanê û herwiha Rûsyayê helwesteke baş li hember Herêma Kurdistanê hebû, bi taybetî di dema referandumê û êrişa Heşda Şeibî ya bo ser hêzên Pêşmerge de di 16ê Cotmeha 2017an de. Lêbelê piştî wan Rûsya bêdeng bû û ti helwesteke balkêş nîne. Bo nimûne weke wê ku Amerîka niha mijûlî berfirehkirina konsulxaneya xwe ye ku bi şêweyek wêneyê wê li cîhanê nîne. Ji bo Rûsyayê girîgîpêdan rawestiyaye?

Gelek spas bo vê pirsyarê. Di rastiyê de, di dawiya 2007an de Konsulxaneya Rûsyayê li bakurê Iraqê li Hewlêr hatiye vekirin ku duyem konsulxane bû piştî Konsulxaneya Komarî Îslamî ya Îranê.

Di wê demê de kar, berî her tiştên din, tekezî dikir ser warê petrolê. Niha du kompanî karê zêde dikin li vê derê ku du mezintirîn kompanya ne, Gazprom petrol û Rûs petrol, encamên berçav ên wan hene.

Herwiha eger em vegerin ser serdema dagîrkirina beşeke xaka Iraqê ji aliyê DAIŞê ve di 2014an de, em dibînin ku piraniya kompaniyên rojavayî ji Herêma Kurdistanê vekişiyan. Lêbelê Gazprom li ser karên xwe berdewam bû bêyî ku hejmara karmendên xwe kêm bike. Hemû ew karmendên Rûsî ku karê derxistina petrolê dikirin, berdewam bûn li ser karê xwe. Sedema vê yekê qazanca aborî nebû, nexêr, ez behsa wan aliyan nakin, behsa daxwaza dewleta Rûsyayê bo mayîna kompaniyên Rûsî li Herêma Kurdistanê di wê rewşê de dikim. Ev jî tiştekî girîng e.

Tiştekî din heye, em helwesta Pêşmerge di jinavbirina DAIŞê de li bakurê Iraqê bilind dinirxînin ku bi saya xweragirî û rûbirûbûna Pêşmerge serkevtinên têkbirina DAIŞê bedî hatin, li gel karê hêzên çekdar ên Iraqê û herwiha hêzên alîkar û firokeyên Hevpeymanan. Ev hemû hevkar bûn, lêbelê xweragirî û berengarbûna Pêşmerge ya herî girîng bû.

Ew a bi peywendiyên paşerojê peywest be, mebesta min payîza dahatû, bi sirûşt helwesta Rûsyayê karîger bûye. Em ji wê riwangeyê çavkaniyê digirin ku pêwîst e aştî li ser xaka Iraqê berpa be. Ev aştî jî karekî gelek binirx e. Dibe ku her vê helwestê jî kar kiribe ser peywendiyên di navbera serkirdeyên Rûsya û serkirdeyên Herêma Kurdistanê û serokê wê demê yê Kurd de.

Birêz Lêvîn dizanim ku niha koronayê tevgera dîplomasî û siyasî li cîhanê kêm kiriye, lêbelê gelo kar ji bo rêkxistina alugorî serdanên ast bilind di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyaya federal de tê kirin?

Rast e. Em niha di rewşekê de ne ku berî niha nebûye. Niha du serdemên pêş korona û paş korona hene. Ez ji wî alî ve, dixwazim bêjim aliyê Rûsyayê piştevaniya hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî ye di girtina rêkarên tund lê pêwîst di vê qonaxê de.

Derbarê paşerojê de jî, em niha nikarin bizanin pêngavên paşerojê di serdema piştî koronayê de çawa dibin. Lêbelê ew pêngav bêguman dibin. Em miamele li çawaniya çalakkirina peywendiyên siyasî û aborî dikin û bîr li wê dikin, çawa dikare bê kirin alugorî di navbera karsazên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de çalaktir bikin.

Planeke we ji bo çalakkirina wan peywendiyan heye?

Planek heye. Lêbelê pêwîst e kar li ser mijara dahata qazanca dualî bikin. Derbarê aboriya Herêma Kurdistanê, niha zêdetir fokusa xwe xistiye ser petrolê.  Ev tiştekî girîng e lê bes nîne.

Li Kurdistanê çavkaniyên sirûştî yên berfireh hene, av heye, herwiha hêlên din hene ku pêwîst e sûd jê werbigirin û bi kar bînin. Pêwîstiyeke zêde ye bo çalakkirina aboriyeke bihêz a neneftî, berî her tiştekê di warê enerjiyê de, di ware berhemanîna karebayê  û di ware avdêrî û kertên din de.

Aliyê Rûsî şarezayî heye û pêwîst e li pey xalên lihevtêgihiştinê bigerin derbarê çawaniya derxistina sûda hevbeş ji projeyan. Hêviya min ew e çalakkirina kar di van waran de peywest be bi kertê taybet, kertê taybet li Herêma Kurdistanê û Rûsyayê.

Gelo derbarê peywendiyên kulturî û akademî di navbera herdu aliyan de û girîngîpêdana bi wî şêweyê ku pêwsît e?

Ev têbîniyeke gelek girîng û pêwîst e. Ji ber wê yekê li Rûsyayê, gelê Rûsyayê dizane Kurd di çar dewletan de dijîn û hinek Kurd li Ewropa niştecih in û hejmareke kêm a wan, wisa dizanim nêzikî 100 hezar in li Rûsya û welatên cîran de ne ku pêtir Yekîtiya Sowyetê pêk dianîn.

Kurdan li wê derê regeznameya Rûsyayê heye?

Mebesta te çi bû?

Hejmareke Kurd hene hilgirên regeznameya Rûsyayê ne…

Belê, belê, regeznameya Rûsyayê, Ermenistan û Kazaxistanê bêguman. Pêwîst e çanda Kurd ji aliyê gelê Rûsyayê ve naskirî be. Bo nimûne stranbêjekî Rûs ê me heye, bi regez Kurd e, nav Zara ye. Em dixwazin eger bibe di dahatûyê de ev stranbêj serdana Herêma Kurdistanê bike û konsert saz bike, ew bi her du zimanên Rûsî û Îngîlîzî diaxive û li gor min dibe beşek veneqetî ji pira lihevnêzîkbûnê.

Derbarê alugorî akademyayê, van dawiyan kitêbek ansîklopedyayî li ser Kurdan hat belavkirin bi navê  ‘Kurd li Iraqê, efsaneya dîrokî’. Komeleke akademîsyenan di çend waran de nivîsandine, wate di warê dîroka kevn, dîroka hevçerx û nerîtên li nav mal û guhertin û çawaniya amadekirina xwarinên Kurdî. Ev kitêb bi zimanê Rûsî çap û belav bûye û bo zimanê Îngîlîzî jî hatiye wergerandin û di dawiya îsal de bi zimanê Kurdî jî tê belavkirin. Em dixwazin bi rêya vê kitêbê wê yekê nîşan bidin ku Rûsan çawa Kurd nas kirine û gelo ew zanyariyên di kitêbê de hene rastin an nerastin.

Birêz Lêvîn, hejmareke baş a Kurd hene ku dixwazin serdana Rûsyayê bikin, lêbelê heta pêş koronayê jî, rêkar gelek tund û dijwar bûn. Gelo aliyê Rûsyayê niyeta sivikkirina wan rêkarên beramber Herêma Kurdistanê heye?

Bi sirûşt ev mijar girîng e. Girîng e di warê çalakkirina peywendiyan bi giştî û peywendiyên siyasî û aborî û çalakkirina alugorî kulturî û pêş hemû tiştekê jî ev serdan dibine cihê aşnebûna xelkê sade û asayî bi kultur û şaristaniyên din, wate geştyarî.

Mixabin rêkarên me tund in, bend û rêgir nînin. Lêbelê ev rêkar li ser yasaya niha ya peywendiyên navdewlewtî hatine avakirin. Li ser binemaya rêkevtinên navdewletî weke rêkevtina Viyana ya 1961an û rêkevtina konsulgeriya 1963.

Mijara vîza peywest e bi rêkevtina pîşesazî ya di navbera dewletek û dewleteke din, wate pêwîst e rêkevtinên aborî di navbera Rûsyaya federal û Komara Iraqê de hebe. Divê ew rêkevtin hikûmetî be. Paşê li gor wê rêkevtinê hêsankarî ji bo derxistina vîza tê kirin. Bo nimûne maweyê rêkar û karên birokrasî kurt dibin bo ku bi şêweyekî leztir vîza bê dayîn an her tiştekî din. Êdî ev yasa ye û em peyrewî wê yasayê dikin û di çarçoveya wê yasayê de kar dikin.

We behsa Hikûmeta Iraqê kir. Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê, hêza zêde ya Rûsyayê bo weberhênana di kertê petrola Iraqê de pêşan da. Gelo Rûsya daxwaz an niyeta projeya stratejî ji wê coreyê li Herêma Kurdistanê jî heye?

Ev bi sirûştî tiştekî girîng e. Peywendiyên aborî yên di navbera Rûsya û Komara Iraqê de, li gor wê rêkevtina pîşesazî ya lîjneya hevbeş a Rûsî-Iraqî tên dariştin û ber bi pêş ve diçin. Di beşa Iraqî ya vê lîjneyê de nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar in, bi rêjeyekî diyarkirî û sînordar, lêbelê beşdar in.

Têbîniyeke girîng heye eger rê bidî, ew jî; niha em di rewşeke zehmet a cîhanî de ne, korona li aliyekê, li aliyê din cîhan rûbirûyê astengiyekê bûye ku pêk tê ji parastina nirxê petrolê li bazarên cîhanê û ev karîgeriyê li ser hemû welatên berhemhêner heye, wate OPEC Plus û Iraq jî yek ji wan welatan e û divê Iraq rêjeya derxistina petrolê kêm bike û vê yekê bêguman karîgerî li ser Herêma Kurdistanê dibe. Ji ber wê yekê hevkêşe zehmet dibe, ji ber ku kar dike li ser hinardekirina petrolê û dahatê kêm dike. Mebesta min dirava sexte, ev yek jî kar li hemû wan bernameyan dike ku hene. Herwiha kar li bernameya hevkariya li gel welatên din dike û kar li ser bernameyên li nav herêmê bi xwe de dike.

Rûs Petrol girêbesteke bi bihayê 3 milyar dolar li Herêma Kurdistanê hebû. Gelo ew plana ku hûn behs dikin bi mebesta girêbesta hevşêwe dibin? Gelo plan heye ji bo cîbicîkirina girêbestên hevşêwe li gel Herêma Kurdistanê?

Ez li biryarbidestên Rûs Petrolê nêzîk nînim. Ez nûnertiya dewleta Rûsyayê dikim.

Lêbelê ew jî kompaniyeke Rûsî ye…

Belê hevra me. Lêbelê ew a ez dixwazim niha bêjim ew e, ku di rewşa koronayê de û serbarê vê rewşê jî, 2 hefte berî niha hejmareke nûnerên kompaniya Rûs Petrol gihiştin vê derê ji bo karkirina di vê kompanyayê de li Hewlêrê. Ev jî nîşana hebûna xwestek û niyeta ji bo berdewamîdana bi karkirin e. Derbarê biha jî û çend milyar e, bersivdayîna wê ji aliyê min ve zehmet e.

Birêz Lêvîn, Rûsyayê hebûn û rola serbazî û siyasî ya girîng li Sûriyê û li Rojavayê Kurdistanê heye. Dîtina Rûsyayê bo pirsa Kurd li navçeyê çawa ye û çi ye?

Derbarê Rûsya, helwesta mebdeî ya Rûsya li hemberî Sûriyê ev e: Divê çareser li Sûriyê li ser xwesteka gelê Sûriyê were avakirin. Mebest ji gelê Sûriyê jî, Ereb, Kurd û neteweyên din yên biçûk ku li wir dijîn, bê beşdariya aliyê derve. Alîkariya aliyê biyanî, divê tenê di çarçoveya yasaya navdewletî de be. Em agahdar in ku di meha 11 ya sala borî de karê komîteya nivîsandina destûr li Cinêvê hate ektîvkirin. Ew bi berfirehî kar dikin, lê encamên wan ne mezin bûn, ji ber sedemên cur b cur.

Ez naxwazin tenê rexne li rêjîma Sûriyê bigirim, belku ez wiha dibînim sedemên cur bi cur hene ku girêdayî nûneratiya opozîsyona Sûriyê ye. Kurdên Sûriyê jî di vê komîteyê de beşdar in. Encamên vî karî jî wê serastkirina yasaya hilbijartinan be, mebest jî serastkirina destûr e û divê heta dawiya vê salê hilbijartin li Sûriyê bêne kirin. Hilbijartina serokayetiya û hilbijartina demkî ya parleman e.

Bi sedema Coronatê karên li Cinêvê rawestiyan , herweha karên siyasî jî li Sûriyê. Lewma ne diyar  wê di payizê de çi bibe, gelê ev yasaya hilbijartin tê amadekirin yan na, gelo hilbijartin têne kirin yan na? Lê ev arasteyeke demokratîk e û bê guman mafê Kurdan li Sûriyê heye, mafê wan yê xwendina bi zimanê xwe heye herweha pêwîste guhertin çê bibe.Lê divê guhertin ligel pêkhateya kargêrî li Cizîrê hevseng be, li navçeyên Kurdan divê mafê Ereban jî parastî ve yên ku bi xwe jî xelkê resen yên navçeyê ne.

Di dawiya de jî, ev nerîna min e û min vê nerîna xwe li gor bingeha dîroka cîhanê ez dibêjim. Çendîn împratorî hebûn, împratoriya Rom û ya Bêzentînî û Osmanî. Hemûyan pêşketin û geşekirin bi xwe re anî û piştre herifîn. Ev dîrok e. Li cîhanê guhertin bi ser her tiştî de tê. Guhertin di bîr û nerîna û rewşê de çê de. Ez wiha dibînim ev guhertin, gav bi gav çê dibe. Girîngtirîn guhertin jî, guhertina lojîkê ye, di lojîka biryar dayinê de.

RÛDAW

bottom of page