Komeleya Ehmedê Xanî: Li zimanê Kurdî xwedî derkevin

Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê bi boneya 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî daxuyaniyek belav kir û bang li gelê Kurd kir, ku xwedî li zimanê Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Celadet Bedirxan û bi dehan kesayetên navdar ên Kurd derkevin.
Komeleya Ehmedê Xanî ya li Rihayê, di daxuyaniya xwe de dibêje ku, pêwîst e her kurd bi hişmendiya Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan li zimanê kurdî xwedî derkeve.
Daxuyaniya komeleyê wiha ye:
“Xwedî lê derketina zimanê zikmakî erkeke neteweyî ye. Zimanê dayikê hebûn, nasname û çanda mirovan e. Kesên ku dev ji zimanê xwe berdin dê dev ji hebûn û nasnameya xwe jî berdin û berbi tinebûnê ve biçin.
Gel û neteweyên ku zimanê xwe bihêz girtine, çand û edebiyata xwe xemilandine û jiyaneke neteweyî ava kirine. Gelê Bengalî bi saya tekoşîna zimanê xwe azad bûn. Em hêvîdarin ku azadiya Kurdistanê jî dê bi tekoşîneke xurt a zimên pêk were.
Pêwîst e em di malên xwe de bi kurdî biaxifin û dewlemendiya ziman û çanda xwe veguhesînin nifşên nû. Divê di malên me de ziman û çanda kurdî serdest be. Pêwîst e her kurd ji bo serkeftina gelê xwe bi hişmendiya Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan li zimanê xwe xwedî derkeve.
Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî li gelê kurd û cîhanê pîroz be.”
RÛDAW