Koçberên li kampên Sûriyê ditirsin ku Korona di nava wan de belav bibe

Vîrusa koronayê herî zêde li kampên koçberan bûye metirsî û her çiqas heya niha li ti kampeke koçberan li Sûriyê ti kesek bi vîrusa koronayê neketibe jî, tirseke zêde di nava koçberan de belav bûye. Koçber dibêjin, jixwe rewşa tendirustiyê li kampan gelekî lewaz e, û ew ditirsin ku ew vîrus li kampên wan jî belav bibe û bibe sedema ziyanên mezin ên canî.
Nêzîkî milyonek koçberên ku li kampên bakurê parêzgeha Îdlîbê dimînin, ji ber egrera belavbûna koronayê di bin metirsiya rûdana keraseteke mirovî de ne. Qelebelixî, bê avî, celb û nebûna alavên paqijî û tenduristiyê li gel koçberên di kampan de, metirsiyeke zêde çêdike.
Koçberê bi navê Husên Mihemed dibêje: “Derman li gel me nînin, kilor nîne, tiştê li gel me heye, tenê sabûn e. Dewletên mezin ên cîhanê li beramberî vê vîrusê nikarîn bisekinin. Em dê çawa karibin rûbirûyî wê bin.”
Rêxistina Berevaniya Zarokan jî di raporekê de ragihand ku, li Îdlîbê, tenê 148 text di navendên çavdêriyê yên tenduristiyê de hene, li piraniya navendan jî karmendên pispor û alavên nefesê tune ne. Lewma belavbûna wê vîrûsê wê bibe sedema karesatên mezin.
Fatîme Hevjîna Husên Mihemed jî got: “Em di vê kampê de dimînin, di kampên din de jî gelek qelabalixî heye, me gelekî bi nexweşiya koronayê bihîst. Loma ez li ser zarokên xwe tirsiyam. Qelebalixî jî geleke û heta niha tiştên paqijî û derman hîna jî li gel me nînin.”
Ji ber şerê navxwe ku heta niha berdewame, binesaziya tenduristî li Sûriyê wêrane, bi taybet li navçeyên di jêr kontrola opozisyonê de, piraniya nexweşxaneyan ji kar ketine û ji ber vê yekê Rêxistina Pizîşkên Bê Sînor gûman pê dikin ku, veyrosa Coronay li Sûriyê bi leztir û zûtir belav bibe.
Rêveberê kampê Ebû Ebid El-Rehman jî wiha axivî: “Di vê kampê de, weke kampên din tu amedekarî nînin. Ji bo rûbirûbûna veyrosa Coronayê, ne derman hene, ne jî karmendên tenduristiyê hene ku em pê baş bibin. Xwedê neke eger vîrus li vir belav bibe dê rewşeke metirsîdar rû bide. Dê gelek kes bimirin. Ji ber ku pizîşk û derman û maske nînin".
Di 21ê meha Adarê de haleta yekem ya tûşbûna bi koronayê Li Sûriyê hat tomar kirin, û heta niha hêjmara kesên bi Coronayê ketine gihaye 10 kesan, 2 kesan jî canê xwe ji dest dane.
RÛDAW