Kirmaşan…Kêmendamekî hikûmeta Îranê agir berda bedena xwe


Îro 08.06.2020ê hemwelatiyekî xelkê Kirmaşanê û kêmendamê hikûmeta Îranê ye, li pêş fermangeha ‘’Bunyadî Şehîd’’ ango saziya Şehîdan a hikûmeta Îranê ya li bajarê Kirmaşanê agir berdaye bedena xwe.

Li gor zanyariyên çavkaniyên herêmî, xelk bi hewara wî geheştine û karîne wî ji mirinê rizgar bikin, lê rewşa tenduristiya wî kesî gelek xirabe.

Heman çavkanî dibêjin, sedemê xwe şewitandina wî kesî ew bûye, ji ber sedî 15 kêmendame, lê saziya şehîdên hikûmeta Îranê kredî nedaye wî û wî jî wek nerazîbûnek xwe şewitandiye.

Li gor nûçeya malpera Selamî Nû vê derbarê de rêveberê saziya şehîdan a Îranê li Kirmaşanê Hadî Eskerî ew nûçe piştrast kiriye û ragehandiye ku ew kesan bilez gehandine nexwaşxaneyê û navendên tenduristiyê.

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir, ku ew kesê xwe şewitandiye daxwaza krediyê nekiriye, pirsgirêkên wî yên malbatî hebûne, ji ber wê xwe şewitandiye.

Heta naha derbarê hûrgiliyên bûyerê û nav û nasnameya wî kesî de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.  

BasNews