top of page

Kiremlîn bersiva Erdogan da


Gotebêjê serokatîya Rûsiyê, Dîmitrî Bîskov bersiva tuhmetên serokê Tirkiya, Receb Teyîb Erdogan da.

Bîskov ragehand: Rûsiya tevaya pabendîyên xwe derbarê Îdlibê cîbicî kirîye li gor rêkkevtina Sûçî ya di navber Mosko û Enqereyê de.

Got jî: Hêrişên teroristî li sinûrê parêzgeha Îdlibê bûyîne çavnîya nêgeranîyeka mezin bo Rûsiya.

Serokê Tirkiyê ragehandibû, Mosko pabend nebûye bi wan erkên xwe ku li gor rêkkevtina Sûçî dikevin di stûyê wê de derbarê Îdlibê ve.

Di bersiva Erdogan de, gotebêjê serokatî ya Rûsiyê got: Em li gel wê nerînê nîne. Me tevaya pabendîyên xwe cîbicî kirîye û li gor rêkkevtina Sûçî em reftarê li gel rewşa Îdlib dikîn.

K24

bottom of page