Kalin: Dibistan û zanko wê bo demekê bên girtin

Berdevkê Serokkomariyê Tirkiyê Îbrahîm Kalin di konferanseke rojnemevanî de aşkere kir bi armanca rêlibergirtina Koronayê wê ji 16ê Adarê heta 06ê Nîsanê dibistan û zanko werin girtin.
Îro roja pêncşemê 12.03.2020an bi serpereştiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û amadebûna wezîr û berpirsên wî welatî civînek pêk anîn.
Piştî wê kombûna ku 5 demjimêran berdewam kir, Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, di konferanseke rojnamevaniyê de, hejmareke biryarên hikûmeta wî welatî aşkerekirin.
Îbrahîm Kalin aşkere kir ku di kombûneke berfireh encam dane derbarê berengarbûna vîrusa Koronayê de li seranserê wî welatî û diyar kir ku rûbirûbûna wan li hemberî Koronayê di warê tendirustî, perwerdehî, guhastin, geştyarî, aborî, berevanî û warên din de berdewam bike û daxwaz ji hemwelatiyan kir ku bi awayekî aktvî di wê rûbirûbûnê de cih bigirin.
Li gor daxuyaniya Kalin, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di asta seretayî, navîn û lîseyê de ji 16ê Adarê ve hefteyek û li zanîngehan jî 3 hefte dê navber bi xwendinê bê dayîn.
Herwiha Berdevkê Serokomariya Tirkiyê ragihand ku heta dawiya meha Nîsanê hemû yariyên werzişê di warên cuda de, dê ji alîgirên wan tîman re bên girtin û bi wî awayî bên lîstin.
12.03.2020
BasNews