top of page

Kêzikek(Böcek) zirareke mezin digihîne berhemê genimê Rojava


Desteya Çandiniyê li Dêrikê kampanyayek ji bo jinavbirina kêzikekê daye destpêkirin ku ew kêz zirareke mezin digihîne berhamê genim, ceh û çandîniyê. Berî niha jî ev kêz hebû lê îsal belavbûna wê berfirehtir bûye.

Kêzika Sona bi awayekî berfireh di nav zeviyên genim ên devera Dêrikê de belav bûye.

Cotkarekî bi navê Tahir Seyid li gundê Mela Mezre, îsal 5 donim erdê xwe bi genim çandiye, heta beriya belavbûna vê kêzikê xema wî tenê nirxê erzanê genim bû, niha reqikê ew zêdetir ji dahatê îsal bê hêvî kir.

Cotkar Tahir Seyid Emer dibêje, “Her tişt buha ye û genim erzan e, û di serê de jî reqek jî derket. Êdî ev kar di mifa jê nayê wiha bimîne û cotkar dev ji zeviyan berdin.”

Hewlên rûbirûbûna kêzikê destpêkirine û zeviyên 96 gunbên devera Dêrikê yên bi genim hatine çandin bi derman dihên reşandin û heya niha 250 hezar donim hatine reşandin.

Selah Hemza, Serokê Desteya Çandiniyê li Dêrikê dibêje, “Reqik vê carê zirarek pir mezin çêkiriyê wiha dike ku lipa genim pûç bibe û bi kêrî çeêkirina nan neyê û wê ji tov re jî nebaş be.”

Kêzika sona her sal li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê belav dibe, lê îsal herî zêde berdaye genimê Dêrikê, ku bi tenê li wê deverê îsal 400 hezar donim zevî bi genim hatine çandin ku tê pêşbînîkirin berhemê 700 ton be û li tevaya Rojavayê Kurdistanê jî berhemê îsal 850 hezar ton be.

RÛDAW

bottom of page