top of page

Jinên Bakur: Em azadiya xwe dixwazin


Maşallah Dekak

Li Bakurê Kurdistanê 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan bi rêzeçalakiyan tê pîrozkirin. Rêxistin û saziyên jinan jî dixwazin bi boneya vê rojê balê bikişînin ser azadiya jinan.

Beşek ji jinan dibêjin ‘em azad in’ û beşek jî ne li gel vê boçûnê ne û tekeziyê li ser ‘kêmbûna azadiya jinê’ dikin.

Jinên li Bakurê Kurdistanê jî Roja Jinan a Cîhanî bi coş û peroşeke mezin pêşwazî dikin. Piraniya jina dibêjin ew xwe azad hîs dikin lê mêr ji wan re pirsgirêkan derdixin.

Jin bi boneya vê rojê ji Rûdawê re axivîn û bersiva pirsa, ‘Tu weke jin çiqas azad î?’ dan.

Jineke bi navê Xîmet dibêje, “Em gelek azad in.”

Xwendekara bi navê Hêvî jî dibêje, “Ez gelek azad im.”

Lê jina bi navê Şenay Arkan ku dixebite, ne li gel vê ye û tekez dike, “Azadiya jinan li malê jî ji ber zilamê xwe jî, li derve jî, bo nimûne kar bike, li her cihî gelek kêm e.”

Îsal dê Roja Jinan a Cîhanî li Amedê bi mitîngeke mezin bê pîrozkirin. Jin dê bang li mêran bikin ku ji jinan re astengiyan dernexin

Jin li ser pirsa, “Tu hîs dikî ku mêr ji bo karê te pirsgirêkan çêdikin?” jî jin xwedî boçûnên ciyawaz in.

Jina bi navê Xîmet dibêje, “civaka me xweş e, eger mêr pirsgirêkan dernexînin dê baştir be.”

Hêviya xwendekar jî dibêje, “Mêr nikarin ji ber ku ez vê yekê nadim destê wan. Ez azad im. Ti kes nikare min sînordar bike.”

Jina bi navê Şenay Arkan jî li ser heman pirsê dibêje, “Pirsgirêkan derdixînin, bi berdewamî pirsgirêkan li pêşiya wan derdixin. Jinek çawa bixebite di cihekî nav mêran de! Bi çavekî din li wan mêze dikin.”

RÛDAW

bottom of page