Ji parêzerên Kobanî pêngavek ji bo yekrêziya aliyên Kurd

Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, hejmareke parêzerên Kobanî civîneke taybet ji bo gotûbêjkirina awayê nêzîkbûna aliyên Kurdî saz kirin.
Li avahiya parêzeran li bajarê Kobanî û li jêr dirûşma “Banga Parêzerên Kobanî”, hejmarek ji parêzer û kesayetên wî bajarî civîneke taybet pêk anîn û mijara yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.
Parêzerên beşdar dawîn pêşhateyên li navçeyên Kurdî, herwiha rewşa Efrînê, Girê Sipî, Serê Kaniyê, destpêşxeriyên navdewletî û herwiha destpêşxeriya vê dawiyê ya Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî gotûbêj kirin.
Parêzer daxwaz dikin, ku aliyên Kurdî li gorî pêwistiyên qonaxê gava bavêjin û li ser xalên hevbeş rêkbikevin, da ku helwesteke Kurdî ya yekrêz bidest bixin.
Kesên beşdar, civîn bi kareke erênî didin naskirin, û weko gaveke di rêya rast dibînin, û dibêjin niha Rojavayê Kurdistanê ber bi derfeteke dîrokî ye, û divê Kurd vê derfetê jidest nedin.
Parêzek dibêje: “Rewşek ne aram li Sûriye û bakurê rojhilatê Sûriyê heye, lewma yekrêziya Kurdan lazim e, û divê pêşwazî li helwesta HSDê ya ji bo yekrêziya Kurdan were kirin.”
Di civînê de, nerînên cûda li ser nêzîkbûna aliyên Kurdî hatin gotûbêj kirin, parêzer jî komîteyeke taybet ji bo gotûbêj kirin û şopandina derencamên civînê pêkanîn.
Parêzer dibêjin ew rewşa zehmet ya ku Rojavayê Kurdistanê têde derbas dibe pêdîviya wê bi helwesteke yekrêz û cidî heye.
Parêzerekî din jî got: “Ev civîneke erênî ye di demkê de gef li ser herêma me têne xwarin. Cihê kêfrxweşiyê ye aliyên siyasî beşdar bûne û pirsên xwe gotûbêj dikin. Rast e, astengî zêde ne û gelek pirsgirêk ji berê ve hene, lê ji ber ku rewş dijwar e, divê em ji hev re bibin alîkar.”
Di demên derbasbûyî de, Fransa, Amerîka herwiha aliyên siyasî yên navxwe destpêşxerî ji bo nêzîkirina TEV-DEMê û ENKSê ragihandibûn û tevî ku herdû alî amadebûna xwe nîşandane, lê heya niha ti nêzîkbûneke berçav nehatiye bidest xistin.
RÛDAW