Ji bo xortê Dihukê ku PKK ê revandiye wê xwepêşandan were kirin

Partiya Karkerên Kurdistanê, 95 roje xortekî parêzgeha Dihukê revandiye, malbata wî dixwaze xwepêşandanekê organîze bike daku daxwazê ji Hikûmeta Başûr û saziyên navdewletî bikin li rewş û çarenvîsa xortê wan xwedî derkevin.
Ev xortê bi navê “Cutyar Mihsin Hisêne”, pêtirî 3 mehane PKK ê revandiye, malbata wî bi jivane li roja sêşemî 5/5/2020 li demjimêr 12 nîvrojê xwepêşandanekê li navçeya “Çemankê” bikin, ji bo ku fişarê li PKK ê bikin korê wan serbest berdin.
Herwiha dê daxwazê ji Hikûmeta Başûr û saziyên navdewletî bikin ku li rewş û çarenvîsa xortê wan xwedî derkevin.
N: E. G
KTV